Roza Metîna
Nivîskar
Roza Metîna di sala 1985 de li gundê Fitnê ku girêdayî Dêrika Çiyayê Mazî ye ji dayik bû. Dibistana seretayi, navîn û lîse li Dêrika Çiyayê Mazî qedand. Li zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa gihaştina zarokan xwend. Li televizyona Zarok Tv bernama bi navê Fêrgeh amade û pêşkeş kir. Di radyoya Gun TV de bernama zarokan amade û pêşkeş kir. Wekî komisyona wêjeya zarokan piştgirî da projeya Pirtûkxaneya Bideng. Di rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd de cih digire. A niha li Amedê mamostetiyê dike.
Berhemên wê:
Bilindahiyên Xwedawend, Weşanên Tevn, 2014
Hêviyên Dilazad, Weşanên J&J, 2015
Sêgoşe û Çargoşe, Weşanên Hîva, 2016
Xelatên Wê :
Xelata Sêyemîniyê ya beşa Kurteçîrokê, Festîvala Kurteçîrokê ya Navenda Çand û Hunerê ya Qamişlo, Qantona Cezîrê li Rojava, 2016.
Navnîşana e-posteyê: helbest-35@hotmail.com