• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Weşanên Lîs

Untitled-1Di sala 2004’an de li Amedê hate damezirandin. Bi armanca ku geşeyê bi dîyaloga di navbera zimanên cîhanê û Kurdî de bide, di navbera nivîskarên cîhanê û nivîskarên Kurd de peywendîyan girê bide û geşedana vê yekê dabîn bike, heta îro, di çarçoveya Rêzepirtûkên Wêjeya Cîhanê de, wê berhemên helbestkar û nivîskarên her wekî Shakespeare, Franz Kafka, Selma Lagerlöf, Emily Dickinson, William Faulkner, Gabriel Garcia Marquez, Yaşar Kemal, Leylâ Erbil, Orhan Pamuk û Murathan Mungan kirin malê Kurdî. Weşanên Lîsê bi vê hêla xwe ve rola dibistaneke wergerê li xwe girt. Di sala 2007’an de, wê berhemên serekî yên Kurdî yên ku li welatên cîyawaz û bi elifbayên cîyawaz hatine nivîsîn bi edîsyonên nû û bi tîpên Latînî weşandin. 19 pirtûkên pêşîn ên rêzeyê di bin navê Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî de gihiştin ber destên cemaweran. Heman salê, beşek jê duzimanî, bi rêya rêza pirtûkan a Mohrên Mor nivîskarên jin ên girîng ji wêjeya cîhanê gihiştin ber destên xwîneran. Armanc ji Mohrên Mor ew bû ku pişta geşedana wêjeya jinan a bi Kurdî bihata girtin û derfet bihata dabînkirin da ku nivîskarên jin û xwîner bigihiştana hev. Weşanên Lîsê weşandina berhemên nivîskarên ciwan her tim wekî karekî cîyê pêşdestîyê dît ji bo ku rê li ber geşedana Wêjeya Kurdî ya Nûjen xweş bike. Her wiha, wê di bin navê rêzeya Lîs Zarok de dest bi weşandina pirtûkên zarokan kir ji bo ku tevkarîyê bike wekî zarok bi zimanê xwe yê zikmakî bihizirin û ji xwe re xeyalan çêkin.

Weşanên Lîsê, ya ku girîngîyê pê dide di xebatên çand û wêjeyê de li gel dem û dezgehên çandî û rêveberîyên cîgeyî bibe hevbeş, bi şêweyekî hevbeş li gel Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê, di sala 2012’an de, çalakîya Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin, di sala 2013’an de jî, çalakîya Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdkî pêk anî. Lîs, bi armanca ku xuyanîtîya wêjeya Kurdî dabîn bike û tevkarîyê li geşedana zimên bike, bi berhemên wêjeyî re, di warê babetên akademîk de jî bi berhemhênanê berdewam e.

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşan: Kooperatif Mahallesi Akkoyunlu 1. Sokak Akkaynak Apartmanı Altı 15/B Yenişehir Diyarbakır

Têlefon: 0 412 229 00 09

Navnîşana e-posteyê: wesanenlis@yahoo.com

Malpera webê: www.wesanenlis.com

Bitikîne jib o daxistinê