Cihan Yıldırım
Nivîskar
Di sala 1972’an de li Misirca Sêrtê hatiye dinyayê, dibistana seretayî û ya navîn li Misircê xwendiye. Cihan Yıldırım, di sala 1996’an de Zanîngeha Dicleyê Beşa Mamostetîyê, Zimanê Fransizî ya Fakûlteya Perwerdehiyê kuta kir. Di heman salê de, li Amedê dest bi mamostetîyê kiriye.
Cihan Yıldırım, di salên zanîngehê de dest bi xebatên çandî û wejeyî kir, lêkolîn kirin. Di salên 1990’î de demekê rojnamegerî û bernamegeriya telewizyonên heremî kir. Hin nivîsên wî di kovar û malperên Kurdî de derçûn. 2009’an de bi çend hevalan re “Koma Zimanperwer” avakirin, ev kom li ser zimanê Kurdî (Zaravayê Kurmancî) dixebite.
Berhemên wî:
Roman:
Dağların Efendisi /KOÇERO (Xudanê Çiyan / KOÇERO), Roman, Weşanên Orient-2006-Stenbol (Çapa 2mîn, Weşanên Ava, 2010, Amed)
Nalebar, Roman, Weşanên J&J, 2014, Amed
Mîrê Çiyayan KOÇERO, Roman, Weşanên J&J, 2015, Amed
Çîrok:
Elîk û Fatik, Zargotin, Weşanên Şaredariya Kayapinar, 2009, Amed
Zenga Zêra, Zargotin, Weşanên Şaredariya Kayapinar, 2009, Amed
Nîvê Şevê û Tirkî, Çîrok, Weşanên Pêrî, 2010, Stenbol
Fîtnevîzyon, Çîrok, Weşanên Pêrî, 2012, Stenbol
Lêkolîn:
Attan Hızlı Gidenler (Ên Ku Ji Hespan Leztir Diçin), Lêkolîn, Weşanên J&J, 2016, Amed
Zanyarîyên ragihanê:
Navnîşana e-posteyê: cihanhoca1@hotmail.com