• Kurdî
  • Türkçe
  • English

İhsan Çölemerikli

ihsan_colemerikliLêkolîner û nivîskar.

Di sala 1944’an de li Colemêrgê ji dayîk bû. Dibistana seretayî û navîn li Colemêrgê xwend. Di payîza sala 1962’yan de kete Dibistana Mamosteyîyê ya Lawan a Amedê û ew der di sala 1965’an de kuta kir. Sala pêşîn a mamosteyîya xwe li şaroçkeya Göklerê ya navçeya Gedizê ya bi ser Kütahyayê ve kir. Di mehên havînê yên sala 1966’an de, piştî ku perwerdehîya xwe ya eskerîyê ya çar mehan temam kir, li ser daxwaza wî, tayîna wî derxistine Colemêrgê. Sê salan di Dibistana Seretayî ya Herêmê ya Leylî ya Colemêrgê de mamosteyî kir, heta sala 1969’an bi vê erka xwe berdewam bû. Heman salê, erka Mudirîya Navenda Perwerdehîya Gel a Colemêrgê spartine wî. Bo Uşakê hate sirgûnkirin û bû sirgûnkirîyê sîyasî yê pêşîn. Ji rikê pergalê ve ji erka xwe îstifa kir, vegerîya Colemêrgê û di nava sîyaseta Kurdan a legal de, ku li ser asta komeleyan bû, bi kar û xebatan berdewam bû. Piştî derbeya eskerî ya 1980’yî, sê caran hate destgîrkirin. Çar mehan di zindanên Amedê de ma, çar salan jî li deverê bi jîyana mişextîyê berdewam bû. Serê salên 1990’î, serpêhatîya Cembelîyê kurê Mîrê Colemêrgê, pêlewanê evînê yê ku li ba Kurdan bûye efsane, kire roman. Ev berhema wî di sala 1995’an de li Swêdê, di salên 2001’ê û 2013’an de jî li Stembolê hate çapkirin. Di heman çaxan de, di gelek rojnameyan de meqaleyên wî hatin weşandin. Beşek ji van meqaleyan di sala 2006’an de bi navê Hakkâri Suretleri (Sümbül Dağı’nda Ayın Doğuşunu İzlerken) (Sûretên Colemêrgê (Li Temaşeya Hilhatina Heyvê Li Çîyayê Simbil)) bûn pirtûk. Xebata xwe ya li ser dîrokê ya peywendîdarî rabirdûya Colemêrga Zagros-Mezopotamyayê tewaw kir, ku devîdevî deh salan keda wî di ber de çêbû. Ew jî heman salê wekî pirtûkeke bi navê Mezopotamya Uygarlığında Hakkâri (Colemêrg Li Şaristanîya Mezopotamyayê) hate weşandin. Wî di rojnameya Azadiya Welat, malpera Yüksekovahaberê û organên weşanan ên din de bi dehan meqaleyên li ser babetên sîyasî, wêjeyî, dîrokî û sosyolojik nivîsîn. Şaristanîya Ûrartûyê ya ku bi bîr û bawerîya wî mezintirîn şaristanîya Zagrosan e bi Kurdî hilda binê qeftê. Ev xebata wî li ber çapê ye. Di van panzdeh salên dawî de, nemaze li yên ku li Bakurê Kurdistanê bi rê ve çûne, wekî gotardêr beşdarî birrek konferansan bûye. Di birrek kanalên televizyonê de der barê çanda Kurdan de çavpêketin li gel wî hatin kirin. Çölemerikli niha jî romanekê dinivîse, ku babeta wê jîyana Zeynel Beg e, yê ku di navbera salên 1555-1585’an de hukimdarîya Colemêrgê kirîye.

Berhemên wî:

Roman:

Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, Weşanên APEC, 1995 (çapa duyem, Weşanên Avesta, 2001; çapa sêyem, 2013 )

Lêkolîn û gotar:

Hakkâri Suretleri (Sümbül Dağı’nda Ayın Doğuşunu İzlerken) (Sûretên Colemêrgê (Li Temaşeya Hilhatina Heyvê Li Çîyayê Simbil)), Weşanên Lîs, 2006

Mezopotamya Uygarlığında Hakkâri (Colemêrg Li Şaristanîya Mezopotamyayê), Weşanên Lîs, 2006

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: ihsancolemergi@mynet.com

Malpera webe ya xwemalî: www.ihsancolemergi.net