• Kurdî
  • Türkçe
  • English

İkram İşler

ikram_isler_resimMamoste, lêkolîner û nivîskar.

Di sala 1965’an de li gundê Pêrtaxê yê bi ser Erdîşa Wanê ve ji dayîk bû. İkram İşler ji Beşa Sosyolojîyê ya Peymangeha Ziman û Dîrok-Erdnîgarê ya Zankoya Enqereyê di sala 1986’an de derçû. Li zankoyê di salên 1985 û 1986’an de di damezirandina Komeleya Xwendekaran a DTCF’yê de cîyê xwe girt, ji ber vê bi caran hate destgîrkirin. Di sala 1989’an de bû mamosteyê fermî yê felsefeyê. Heman salê, bavê wî rehmet kir, li ser vê yekê ew hate Erdîşê. Li Dibistana Amadeyî ya Erdîşê mamosteyî û cîgirîya berpirsîyê kir. Di sala 1995’an de li gel deh mamosteyên li vir hilbijartî sirgûnî rojavayê Tirkîyeyê bû. Ji cîyê sirgûnîyê derbasî Stembolê bû. Di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de dest bi xebatan kir. Beşdarî xebatên amadekarina jêderkên perwerdehîyê bû. Li Navenda Hîndekarîya Zimanê Kurdî ya li Stembolê bi pirtûkên xwe ders da. Di sala 2013’an de hate Wanê ji bo ku pirtûka xwe ya bi navê Zîlan Dosyası (Dosyeya Zîlanê) biqedîne. Heman salê, li Kurdî-Der’a Wanê di bernameya gihandina mamosteyên Kurdî de xebitî. Li Wanê bi Qahir Bateyî û havelên xwe ve weşanxaneyeke bi navê Sîtav damezirandin. Li vê weşanxaneyê wî karên rûpelsazîyê kirin. Mamosteyîya wî ya fermî ya di sala 1989’an de dest pê kirî hê jî didome.

Berhemên wî:

Ziman:

Gav Bi Gav Kurdî 1, li gel Adar Jiyan û Sadık Varlı, wekî vesera kovara Emekê, 2004 (çapa duyem, Weşanên Sîtav, 2014)

Kurdiya Hêsa, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003

Zargotin:

Çîrokên Gelêrî û Destana Şemikê Bêdiran, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 1998

Mîrze Mihemed û Çavreşa Qîza Mîrê Ereban, Weşanên Sîtav, 2014

Lêkolîn:

Zîlan Dosyası 1-2 (Dosyeya Zîlanê 1-2), Weşanên Sîtav, 2015

Gotar:

Komkujiya Pêrtaxê, Zend, Payîz 2010

Nexşên Li Ser Xalîçeyên Kurdan û Wateyên Wan, Zend, Zivistan 2011

Zargotina Kurdî Dengê Zîlanê, kovara Şaxa Erdîşê ya Kurdî-Der’ê, 2013

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: ikramisler@gmail.com