• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Ömer Delikaya

Wergêr

Ömer Delikaya di sala 1989an de, li gundê Qopiza Jorîn ya ku li ser navçeya Zêtka/Elajgirê (bi tirkî Eleşkirt) ye, ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û navîn li Elajgirê, li dibistana bi şevborîn ya Elajgirê (Eleşkirt YIBO) xwendiye. Pey re ji bo xwendina lîseyê çûye Îzmîrê. Di sala 2008an de, lîseya bi navê Teğmen Ali Riza Akıncı (TARAL) ya li navçeya Çiğliyê bi dawî kiriye. Di heman salê de dest bi beşa Mamostetiya Îngilîzî ya Zanîngeha Dîcleyê kiriye û di sala 2012yan de ji vê beşê mezûn bûye. Di sala 2012yan de, li Zanîngeha Bîngolê dest bi mastera kurdî (kurmancî) kiriye. Di sala 2013an de li Zanîngeha Bîngolê wekî lêkolîner dest bi kar kiriye û du salan di zanîngeha navborî de kar kiriye. Di sala 2016an de di bernameya hevpar ya Zanîngeha Bîngol û Mûşê de, dest bi doktoraya kurdî kiriye. Nika xwendekarê doktorayê ye û herwiha li Çewlîgê di saziyeke taybet de wekî mamosteyê îngilîzî dixebite.

Delikaya, ji 2014yan û vir ve di Lijneya Weşanê ya Kovara Wêje û Rexneyê de cih digire. Di heman kovarê de nivîs û wergerên wî çap bûne. Wekî xebatkarekî kovara Wêje û Rexneyê nivîsên rexneyî dinivîse û bo heman kovarê ji îngilîzî bo kurmancî wergeran dike.

Berhemên Wî:

Werger:

Galip, Özlem. “Serpêhatiyên Bêcihûwarbûnê: Di Rabêja Romana Kurdî de Wek “Warê Demkî” Diyaspora”,  wer. Ömer Delikaya, Wêje û Rexne, h. 1 (2014), r. 143-151.

Said, Edward W. “Sirgûn û Entelektuel”, wer. Ömer Delikaya, Wêje û Rexne, h. 2 (2014), r.153-161.

Galip, Özlem. “Mal Li Kû Ye? Di Rabêja Romana Kurdî Ya Li Swêdê De, Ji Nû Ve Nirxandina “Kurdistan” û “Diyaspora”yê” wer. Ömer Delikaya, Wêje û Rexne, h. 3 (2014), r. 219-238.

Peled-Shapira, Hilla. “Gelo Helebce xala werçerxê bû ji bo helbestvan Bulend el-Heyderî?”  wer. Ömer Delikaya, Wêje û Rexne, h. 4 (2015), r. 47-68.

Gotar:

Delikaya, Ömer. “Çîrokeke Nivcomayî: Şewêş”, Wêje û Rexne, h. 1 (2014), r. 24-27.

Delikaya, Ömer. “Di Wêjeya Qafkasyayê de Teyrekî Xerîb: Sîras”, Nûbihar, h. 126 (2014), r.87-88.

Delikaya, Ömer. “Bîra Hevpar û Serpêhatiyeke Trawmatîk di Çinara Mihemed Ronahî de”, Wêje û Rexne, h. 4 (2015), r.173-179.

Delikaya, Ömer. “Peymana Bêdengiyê û Êşa Kesên Ne ji Me; Rengvedana Jinên Ermeniyan di Zûra ya Felat Dilgeş û Bavfile a M. Alî K. de” Wêje û Rexne, h. 5 (2015), r.180-192.

Delikaya, Ömer. “Nexşeya Zimanî ya Erdnîgarê û Nirxandineke Mîkrotopomîk li ser Gundê Qopiza Jorîn”, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, Yıl:1, Cilt 1, Sayı 2 (Kasım 2015), r. 96-110.

Delikaya, Ömer. “Çiyayek ji Çiyayên Serhedê: Kosedax”, Nûpelda, h. 22 (2016), r. 39-40.

Zanyarîyên ragihanê: