• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Berham Mîrzo

berham_mirzo_resimHelbestkar û nivîskar.

Di 29’ê Reşemîya 1964’an de li gundê Qerekilîsê yê navçeya Erdîşê ya Wanê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gund, a navîn û amadeyî li Erdîşê xwend. Di sala 1997’an de Zankoya Eskişehirê Beşa Zanistên Civakî qedand. Bîst û pênc salan karmendî kir, piştî xanenişînîyê, di sala 2011’an de wekî endamê KCD’yê (Kongreya Civaka Demokratîk) hate hilbijartin. Helbestên wî di kovarên Dengê Zîlanê, Sînor û Çirûskê de û di rojnameya Azadiya Welat de hatine weşandin. Wî di rojnameya herêmî Prestijê ya Wanê de stûn nivîsîne. Eleqeya wî bi felsefe, civaknasî û olê ew xiste nava lêgerana bo heqîqetê. Ji ber komkujî, şer û polîtîkayên dewletên hegemonîk kete nava liv û tevgerê, xebata wî ya li ser “lêgerana bo heqîqetê” encam da û di Nîsana 2014’an de wekî pirtûk hate weşandin. Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Bi Dilketiyên Azadiyê Re Meş, mirov dikare bibêje, dîyarîyek e bo evîndar û pakrewanên azadîyê. Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Risteya Janê ji helbestên wî yên salên 90’î û yên nû pêk tê.

Berhemên wî:

Helbest:

Bi Dilketiyên Azadiyê Re Meş, Weşanên Do, 2011

Risteya Janê, Weşanên Do, 2015

Lêkolîn:

Hakikat Arayışı ve Bilgelik (Li Pey Heqîqetê û Zanayî), felsefe, sosyolojî û ol, bi Tirkî, Weşanên Do, 2014

Xelatên ku wî wergirtine:

Xelata Spasdarîyê ya Kurdî-Derê bo xebatên wî yên di warê zimanê Kurdî de

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: scelebi6565@hotmail.com