• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Samî Hêzil

sami_hezil_resimNivîskar û wergêr.

Di sala 1975’an de li gundê Setmanisê yê Wanê ji dayîk bû. Samî Hêzil di sala 1999’an de Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî ya Zankoya Yüzüncü Yılê ya Wanê kuta kir. Hêzil ji salên 2000’an û vir ve ye ji zimanê Îngilîzî helbest, roman, kurteçîrokan û berhemên zanistî werdigerîne Kurdî. Di kovarên wêjeyî û zanistî yên wek Jiyana Rewşen, Zend, W û Tabularasayê de nivîs û wergerên wî hatine weşandin. Li sazîya Kurdî-Der’ê Şaxa Wanê dersên wêjeya Kurdî dide. Beşdarî panel, konferans û komxebatên der barê ziman û wêjeya Kurdî de bûye. Bi Kurdî kurteçîrokan û berhemên lêkolînî dinivîse. Hêzil bavê keçekê ye û li Wanê dijî.

Berhemên wî:

Werger:

Qelareşk û Bîst Helbestên Din, Edgar Allan Poe, helbest, Weşanên Bajar, 2004

Serpêhatiyên Ulysses, Charles Lamb, roman, Weşanên Lîs, 2010

Prensê Bextewar, Oscar Wilde, kurteçîrok, Weşanên Sîtav, 2015

Sînematografî, Blain Brown, sînema, Weşanên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2016

Belgefîlm, Erik Barnouw, sînema, Weşanên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2016

Lêkolîn û gotar:

Kurte Wêjeya Kurdî, Weşanên Sîtav, 2015

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: samihezil@hotmail.com