• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Dilbêzarê Bêkes

dilbezare_bekes_resimHelbestkar û nivîskar.

Di sala 1949’an de li Tetwana Bedlîsê ji dayîk bûye. Xwendina xwe li bajarê Wanê pêk anîye û dibistana amadeyî kuta kirîye. Pişt re di sazîyên dewletê de wek karmend xebitîye. Demekê li derveyê welêt maye. Têkilîya wî bi wêjeya Kurdî re ji sala 1970’an dest pê kirîye. Lê mixabin, ew berhemên wî yên neçapkirî hatine tinekirin. Piştî sala 1980’an, bi çûna bo derveyê welêt re dîsa dest bi nivîsînê kirîye. Dema ku tê Stembolê ji bo çapkirina wan berhemên xwe, ew berhem jî ji dêst diçin. Di sala 1994’an de cara duyem diçe derveyê welêt û ji nû ve dest bi nivîsên xwe yên bi Kurdî dike. Berhemeke wî ya weşîyayî heye. Xeyn ji wê, çar pirtûkên amadekirî li ber destê wî hene. Ji wan pirtûkan, yek helbest e, ew ên din der barê dîrok, ziman û mîtolojîya Kurdan de ne.

Berhemên wî:

Helbest:

Dîwana Dilbêzarê Bêkes, Weşanên Pêrî, 2001

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: dilbezarebekes@hotmail.com