• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Dilawer Zeraq

dilawer_zeraq_resimNivîskar û wergêr.
Di sala 1965’an de li Farqînê ji dayîka xwe re çêbû. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Farqînê bire serî, di sala 1985’an de li Amedê, Zankoya Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996’an û bi vir de ye bi Kurdî kurteçîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Di gel ku berhevkarîya biwêjên Kurdî dike jî, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse. Di gel vê yekê jî, du salan (2004-2006) redaktorî û edîtorîya kovara çandî, hunerî û wêjeyî ya W’yê kir. Wekî dî jî, berhemên wêjeyî yên bi Tirkî werdigerîne Kurdî. Her wiha, di navbera salên 2008 û 2010’an de, di rojnameya rojane Azadiya Welat de wî nivîsên bi naverokên wêje û çandê nivîsîn. Zeraq li Amedê dijî û mamosteyîya matematîkê dike.

Berhemên wî:

Kurteçîrok:
Kakil, Weşanên Sî, 2002
Bişirîna Şermînî, Weşanên Aram, 2003 (çapa duyem, Weşanên Lîs, 2016)
Çilkên Pênûsê, Weşanên Lîs, 2009

Roman:
Şevên Winda Wêneyên Meçhûl (Sêyîneya Winda, 1), Weşanên Lîs, 2005 (çapa duyem, Weşanên Lîs, 2016)
Mirina Bêsî (Sêyîneya Winda, 2), Weşanên Lîs, 2011
Nexşên Li Giyan (Sêyîneya Winda, 3), Weşanên Lîs, 2014

Teorî û analîz:
Rajena Kurdî (Nivîsarên Libarey Ziman û Wêjeyê), Weşanên Lîs, 2014

Ferheng:
Ferhenga Biwêjan (Deyimler Sözlüğü) (Türkçe-Kürtçe), Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 2005 (çapa duyem, Weşanên Lîs, 2015)
Ferhenga Biwêjan (Kurdî-Tirkî), Weşanên Lîs, 2016
Ferhenga Biwêjan (Kurdî-Kurdî), Weşanên Lîs, 2016
Ferhenga Têrmên Matematîkê, li gel Mem Wenda, Weşanên Lîs, 2015

Werger:
Ejdehayê Sêserî, Leylâ Erbil, bijareya kurteçîrokan, Weşanên Lîs, 2007
Jiyana Li Madridê, Oya Baydar, bijareya kurteçîrokan, Weşanên Lîs, 2007
Gelaciyên Bajarê Nû, Müge İplikçi, bijareya kurteçîrokan, Weşanên Lîs, 2007
Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir, Jaklin Çelik, bijareya kurteçîrokan, Weşanên Lîs, 2007
Şahiya Hêrsê, Jaklin Çelik, roman, Weşanên Lîs, 2012

Xelatên ku wî wergirtine:
Bi pirtûka kurteçîrokan Kakilê, Xelata Kurteçîrokan a Weşanxaneya APEC’ê, 2002

Zanyarîyên ragihanê:
Navnîşana e-posteyê: dzeraq@hotmail.com