• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Hasip Yanlıç

hasip_yanlic_resimNivîskar û berhevkar.

Di sala 1973’yan de li Amedê ji dayîk bûye. Hemû perwerdehîya xwe li Amedê kuta kir. Wekî jimêryarê serbest û rawêjkarê darayî li Amedê dijî û dixebite. Ji sala 2004’an û vir ve bi şêweyekî profesyonel li ser zimanê Kurdî xebatên curecur dike. Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd û PEN’a Kurd e. Ji sala 2006’an û vir de ye li Kurdî-Derê mamostetîya Kurdî dike. Bo kurteheyamekê di Enstîtuya Kurdî ya Amedê de xebitî. Bend û kurteçîrokên ku wî nivîsîne di rojname û kovarên curecur de hatine weşandin. Çîrokên ku wî ji bo zarokan berhev kirine wekî pirtûk hatine çapkirin. Di sala 2009’an de wî dest bi nivîsîna pirtûka  pêşîn a jimêryarîyê ya bi Kurdî kir û ev xebata wî di sala 2011’an de ji alîyê Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hate weşandin. Hemû xebatên weşîyayî yên Yanlıç bi Kurdî ne.

Berhemên wî:

Kurteçîrok:

Çîrokên Şoreşger, Weşanên J & J, 2012

Berhevok:

Kêzxatûnê, Weşanên Şarevanîya Yenişehir Amedê, 2010

Lîstikên Zarokan, Weşanên Şarevanîya Geverê, 2012

Jimêryarî:

Jimêryariya Giştî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2011

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê:hasip@hotmail.com