• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Şêxo Fîlîk

sexo_filik_fotoNivîskar û wergêr.

Di sala 1982’yan de li Semsûrê ji dayîk bûye. Beşa mamosteyîya seretayî qedandîye. Nivîs û wergerine wî di hin kovar û rojnameyên bi Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Niha di gel karê mamosteyîyê li Zankoya Gaziantepê di Beşa Hiqûqê de bi xwendina xwe berdewam e.

Berhemên wî:

Kurteçîrok:

Hebanoka Çîrçîrokan, Weşanên Şarevanîya Batmanê, 2013

Bêbavî, Weşanên Avesta, 2015

Werger:

Biraz Dolaşacağım (Ez ê Piçekî Bigerim), bijarteya kurteçîrokên nûjen ên ji Kurdî bo Tirkî wergerandî, Weşanên Can, 2016

Xelatên ku wî wergirtine:

Xelata Mansîyonê ya Pêşbazîya Çîrokan a Abdullah Duran

Xelata Duyemînîyê ya Pêşbazîya Çîrok û Helbestan a Hüseyin Çelebi

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: filik4402@hotmail.com