• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Sazî

Sazî

Dema ji 2002 an şunde Çanda Anatoliayê dest bi xebatên xwe kir, Diyarbekir bi dîroka xwe ya bi hezaran salan navend û rawestgehekî pir çandî, şaristaniyek mezinbû. ji bilê bajareke zanîngehêbû, di 12 yê îlonê de rojên tari dest pê kir û qasî 20 salan şer berdewamkir û ev yek jî bi xwe re pirsgirêkên aborî, koçberiyên bi zulm û zorî anî û li bajar birîneke mezin vebû; nufûseke bê kontrol zêdebû, jiyana bajar ên çandî û civakî ber sekinandinêbû.

Gav avêtina yeke min ya Çanda Anatoliayê ku Navenda Hunerê Ya Diyarbakir(DSM) bû, xwest kêmasiya li holê rake û jiyana çand û hunerê ya diyarbekirê alîkarbibe û zindî bike. Armanca damezirandinê ev e; Yek, ‘rojhilata rojavayê’ yê din jî ‘rojavaya rojhilatê’ Diyarbekir û Stenbolê, ku cıvata wan du bajaran, hunermendên wan û hêza afirîneriyên wan binin cem hev.

DSM, bi pêşangehan, bi semîneran, bi Sînema û şanoyê ger li rojavaya welat, ger jî çanda pevcivînên welatên cuda, bi Diyarbekirê re bê parvekir Êşên Diyarbekiriyan ku di dilên xwe de kom kirine, ceribandinê wan û şeklê jiyana wan jî bi bajarên din re, mirovên din re parvekirin. Kargeheke wek dikek û quncikên dinyayê yên cur be cur, hatina hunermendên wan yên cem hev, projeyên çand-huner ên navnetewî û navdisîplînî derket holê. Hê salên xwe yên pênce mîn pîroz nekirin lê di navnîşanên ku heya niha alikariya herî mezin li jiyana çanda Tirkiyeyê kiriye, din av wan de rêza pênce mîn girtiye.

http://diyarbakirsanat.org/


Di sala 2004’an de li Amedê hate damezirandin. Bi armanca ku geşeyê bi dîyaloga di navbera zimanên cîhanê û Kurdî de bide, di navbera nivîskarên cîhanê û nivîskarên Kurd de peywendîyan girê bide û geşedana vê yekê dabîn bike, heta îro, di çarçoveya Rêzepirtûkên Wêjeya Cîhanê de, wê berhemên helbestkar û nivîskarên her wekî Shakespeare, Franz Kafka, Selma Lagerlöf, Emily Dickinson, William Faulkner, Gabriel Garcia Marquez, Yaşar Kemal, Leylâ Erbil, Orhan Pamuk û Murathan Mungan kirin malê Kurdî. Weşanên Lîsê bi vê hêla xwe ve rola dibistaneke wergerê li xwe girt. Di sala 2007’an de, wê berhemên serekî yên Kurdî yên ku li welatên cîyawaz û bi elifbayên cîyawaz hatine nivîsîn bi edîsyonên nû û bi tîpên Latînî weşandin. 19 pirtûkên pêşîn ên rêzeyê di bin navê Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî de gihiştin ber destên cemaweran. Heman salê, beşek jê duzimanî, bi rêya rêza pirtûkan a Mohrên Mor nivîskarên jin ên girîng ji wêjeya cîhanê gihiştin ber destên xwîneran. Armanc ji Mohrên Mor ew bû ku pişta geşedana wêjeya jinan a bi Kurdî bihata girtin û derfet bihata dabînkirin da ku nivîskarên jin û xwîner bigihiştana hev. Weşanên Lîsê weşandina berhemên nivîskarên ciwan her tim wekî karekî cîyê pêşdestîyê dît ji bo ku rê li ber geşedana Wêjeya Kurdî ya Nûjen xweş bike. Her wiha, wê di bin navê rêzeya Lîs Zarok de dest bi weşandina pirtûkên zarokan kir ji bo ku tevkarîyê bike wekî zarok bi zimanê xwe yê zikmakî bihizirin û ji xwe re xeyalan çêkin.

Weşanên Lîsê, ya ku girîngîyê pê dide di xebatên çand û wêjeyê de li gel dem û dezgehên çandî û rêveberîyên cîgeyî bibe hevbeş, bi şêweyekî hevbeş li gel Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê, di sala 2012’an de, çalakîya Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin, di sala 2013’an de jî, çalakîya Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdkî pêk anî. Lîs, bi armanca ku xuyanîtîya wêjeya Kurdî dabîn bike û tevkarîyê li geşedana zimên bike, bi berhemên wêjeyî re, di warê babetên akademîk de jî bi berhemhênanê berdewam e.

http://www.wesanenlis.com/


Literature Across Frontiers (LAF) Sekoyeke Ewrûpayê ye ji bo Pevguhestin, Wergêran û Gotûbêjkirina Rêzikan a Wêjeyî ye. Armanca LAF’ê ew e ku bi rêya wêjeyê û wergêranê dîyalogeke navkeltorî pêk bîne û balê bikişîne ser wêjeyên ku kêmtir têne wergerandin. Navenda me li Welatê Gal, li Brîtanyayê ye, li seranserî Ewrûpayê em bi hevbeşî dixebitin li gel dem û dezgehan û takekesan, ji bilî rêzeçalakîyên ku delîveyan diafirînin ji bo peywendîyên wêjeyî yên nû, her wekî hander em kar û xebatan jî dikin ji bo hevkarîyan û projeyan, pê re jî em çavdêrîyê li kar û xebatên wergêranê dikin û der barê rêzikên di warê wêjeyê û wergêranê de gotûbêjan dikin.

Sala 2015’an, LAF’ê projeya Literary Europe Live (LeuL) da destpêkirin ku Bernameya Ewrûpaya Afirîner a Yekîtîya Ewrûpayê piştevanîyê lê dike.

Literary Europe Live (LeuL) şanzdeh mîhrîcan û navendên wêjeyî ji nava Ewrûpayê digihîne hev da ku geş bike û han bide bernamesazkirina ku dewlemendî û curecurîya bergeha wêjeyî ya Ewrûpayê dide xuyakirin. Her wiha, proje balê dikişîne ser behreyên bijarte yên ku nû radibin û ji bo wêjeya wergêranê bîner û guhdarên rastexwe û dijîtal peyda dike.

Literary Europe Live a di Payîza 2015’an de dest pê kirî li jêr rêza Sekoyan a nû ya Bernameya Ewrûpaya Afirîner a Yekîtîya Ewrûpayê bi şêweyekî hevbeş tê fînansekirin.

 

http://www.lit-across-frontiers.org/


http://sivildusun.net/


https://ec.europa.eu/programmes/creative-europe/


Ev malper hatîye amadekirin di bergeha projeya malpera KurdîLit’ê de, ya ku Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê bi hevbeşîya li gel Weşanên Lîsê û Literature Across Frontiersê (LAF), bi piştevanîya Bernameya YE’yê ya Hizra Medenî û Sekûya Wêjeyê ya Literary Europe Liveê bi rê ve dibe.