• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Our awesome blog Wergêr

02cevirmenler_basligi

Kurdî û Werger

Kawa Nemir

Wexta ku mirovahî li cîhanê peyda bûye û dest pê kirîye belavî her hêlê bûye, komên mirovan ên cîyawaz rastî hev hatine û bandor li hev û din kirine, werger jî yek ji wan çalakîyan e ku bi vê yekê re bi neçarî peyda bûye û berdewamîya du bivênevêtîyên mirovî yên ku em dibêjinê keltor û şaristanî gengaz kirîye. Werger ezmûnek e ku bi her gava xwe ya li cîhanê ranayî re, teqez li derekê, li jêr mercên her wekî şer yan jî aştî, koç, akincîbûn û bazirganîyê, mirov seraqet lê duçar bûye.

Gelo ezmûn û kêferata Kurdîya ji zimanên dêrîn ên Mezopotamyayê û Asyaya Pêşîn –em qala zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) dikin ji bo ku di çarçoveya di vir de hatî dîyarkirin hilê– û ya Kurdên xwedîyên vî nirxî ji berê heta îro li gel wergera nivîskî çawa çêbûye? Em dibinin ku zaravaya Kurmancî ya ku belavetirîn zaravaya Kurdî ye, li gorî gelek zimanên din ên xwedan wêjeya nivîskî, di mêjûyeke pirr dereng de, di sedsala 19. de nasîya xwe daye wergerê. Li gorî pêzanîna ku akademîsyen û wergêr Ergin Öpengin di bendeke[i] xwe ya berfireh de wekî nîşe ji Thomas (1990) vediguhêze, wergereke Incîlê heye ku di sala 1823’yan de hatîye kirin, lêbelê, ji ber ku ne wergêraneke birêkûpêk e û nayê famkirin, em ê bidine hevrazan heke em vê wergerê yekem wergera Kurdî ya berfireh bihesibînin. Ji ber vê yekê, yekem wergêrana berfireh û birêkûpêk a ku tê zanîn bo Kurdî hatîye kirin wergera pirtûka bi navê Şerefname ye ku di sala 1597’an de ji alîyê Mîrê Bedlîsê Şerefxanê Bedlîsî ve bi Farisî hatîye nivîsîn, dîroka Kurdan û Kurdistanê vedigêre, Mela Mehmûdê Bazîdî di 1858-59’an bi navê Tevarîxî Qedîmî Kurdistan ew wergerandîye û, bi mebesta ku were parastin, tevî gelek destnivîsên din radestî Alexander Jaba yê konsolosê Ûris ê li Erziromê yê wê hingê kirîye. Her wiha, wan çaxan, rojhilatnas Peter Lerch di pirtûka xwe ya bi navê Forschungen uber die Kurden und die iranischen Nordchaldaer de çend çîrokên ku ji Fînî û Tirkî bo Kurdî hatine wergerandin belav kirine.[ii]

Di pey van wergeran re, li dû kar û xebatên mîsyonerên Ermen û Rojavayî, Incîl çend caran bo Kurdî hatîye wergerandin û çapkirin. Di navbera salên 1856-1923’yan de, yekûn heft wergerên Incîlê hene ku bi elfabeya Ermenî, bi zimanê Kurdî hatine çapkirin.[iii]

Ji ber ku Kurd bi sedan salan li Kurdistaneke pirrparçeyî û di binê nîrê dagirîyê de jîyane, her wekî ku di kelepora wêje û weşangerîya bi Kurdî de qewimîye, di meydana wergera Kurdî de jî dabirranên demdirêj qewimîne. Çi qasî jî qewimîbe li parçeyekî ji parçeyên Kurdistanê serdemin hebûne ku pirr hindik pêkan bûye werger bêne kirin û weşandin, van serdeman bi giştî kurt kudandîye, xebatên di vê tangê de yekserî û yekberî bûne û timî dabirran qewimîne berîya ku di van waran de rê li ber pêngaveke mezin xweş bibe. Li gel peydabûna Komara Tirkîyeyê ya ku li ser kavilên Şahînşahîya Osmanî bi xîmdarîya Tirkperestîyê û Îslama Sunî di 1923’yan de hate damezirandin, Kurdî tûşî tundtirîn û rûxînertirîn qedeyên di dîroka xwe de hat. Rêveberîya komarê ya ku bi damezirana xwe re Kurdî her wekî zimanekî di zemîna civakî de qedexe kir, di 3’yê Adara 1924’an de weşangerîya bi Kurdî jî qedexe kir. Kurdî, ji ber van mercên çewisandinê yên giran, careke din neçar ma ji parçeyekî heman welatî derbasî parçeyekî wî yê din bibe da ku bikaribe ji dera lê mayî de berdewam bibe. Di warê wergerê de, piştî wergera Mela Mehmûdê Bazîdî û wergerên Incîlê, cara pêşîn di 1931’ê de li Yekîtîya Sovyetan Erebê Şemo yê nivîskarê romana pêşîn a bi Kurdî Şivanê Kurmanca şanonameya bi navê Koçekê Derewîn a Aleksandr Araratyan wergerande Kurdî. Ji layê dîtir ve, dema ku li Bakur, devera ku bi milyonan Kurd bi zaravaya Kurmancî lê diaxiftin, di her warî de êdî bêdengîyeke giran rabûbû ser zîn, Sûrîya ku li jêr rêveberîya mandatê ya Fransizan a wê hingê bû, ji layekî ve jî li Bêrûda paytexta Libnanê, piçekî be jî, delîveyek ji bo weşangerîya bi Kurdî çar bû. Ev jî bi saya serê weşanên bi navê Hawar (1932-1943), Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946) û Stêr (1943-1945) çûne serî, yên ku bi pêşengîya Celadet Alî Bedirxan derçûn û ekterên wêjeyê yên wekî birayê wî Kamuran Alî Bedirxan, nivîskar û helbestkar Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn û Nûredîn Zaza derxistin ser dika dîrokê. Digel bar û doxên çetin, di van kovaran de, ku ji bo zaravaya Kurmancî ya Kurdî bûne arşîveke zehf hêja û îro jî çu ji girîngîya xwe ji dest nedane, çendek wergerên Celadet Alî Bedirxan, birayê wî Kamuran Alî Bedirxan û helbestkar û nivîskar Qedrî Can hatine weşandin. Kamuran Alî Bedirxan ê ku navê wî di vî warî de bêtir geş dike bi rahîbekî bi navê Thomas Bois re wê hingê Incîl wergerandîye, her wiha, Metelokên Hezretî Silêman ji Îbrî wergerandîye Kurdî. Ji bilî van, wergerên 36 Çarînên Xeyam, hindek ayetên Qur’anê û devîdevî 700 hedîsan jî yên Kamuran Alî Bedirxan in. Qedrî Can jî dest pê kirîye romana bi navê Li Welatê Sosinên Spî ya ku ji alîyê nivîskarê Rûs Grîgorî Petrov ve di sala 1923’yan de hatîye nivîsîn, di nava demeke kurt de gelekî nav û deng daye û bo gelek zimanan hatîye wergerandin bi navê Di Welatê Zembeqê Gewir De wergerandîye û ew di hejmarine kovara Roja Nûyê de tefrîqe kirîye, lêbelê ev wergera wî nîvrê maye. Her wiha, kurteçîrokeke ku Can ji Erebî wergerandîye di hejmara 13. a kovara Ronahîyê de hatîye weşandin.[iv]

Wekî eyan e, wexta ku serpêhatîya wergerê ya zaravaya Kurmancî ya Kurdî ya di nîveka pêşîn a sedsala 20. de ji mezintirîn parçeyê welatê xwe çûyî sirgûnîyê di dîroka nêzîk de wiha bûye û piştî kovara Stêrê ya hejmara wê ya dawî ya di 1945’an de derçûyî kuta bûye, mixabin, li jêr van mercan, bi zaravaya Kirmanckî (Zazakî) bi hejmareke kêm berhem çêbûne.

Piştî van rûdanên ku di vî warî de li Sûrîya li ber serê Rojava pêk hatine, nimûneya ku reng e vê carê bo wergera Kurdî were dayîn ew xebat in Kurdên ku li Ermenistana yek ji komarên Yekîtîya Sovyetan a wê hingê dijîyan û pirranîya wan Êzdî bûn heta jihevketina Sovyetan a di 1990’î de domandine. Her çend hindek materyalên dersê di nav re hatibine wergerandin jî bi armanca ku li dibistanên ku li deverên Kurdnişîn ên Ermenistanê yên wekî Elegezê perwerdeya bi Kurdî didan bihatana bikaranîn, ev neşîyane bibine xebatên berfireh. Wekî ku di gelek warên Kurdî de qewimîye, di wergerê de jî di vê serdemê de xîret û kêferata kesane ketîye ber kar. Zimanzan û nivîskar Çerkezê Reş hizrên xwe yên der barê kar û xebatên wergerê yên li Yekîtîya Sovyetan de bi van gotinên xwe dupat dike: “Ji welatê kal û bavan ê qedîmî, li Kurdistanê, der û dûr, li Ermenistanê çanda Kurdî îlahî ji salên 1950’yî de girtî gul veda çawa bûyera xwedîyarkirina bedewetîyê û bi tomerî –wêjeyî–civakî. Helbet, di salên 1930’yî de dest pê kirî, bingeheke çandî êdî hatibû danîn: Hecîyê Cindî, Ereb Şamîlov, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl û yêd mayîn bi vê yan wê dereceyê hinek erf û edet êdî saz kiribûn. Di hêla xebergotina tercumekirina bedewetîyê de Qaçaxê Mirad rastî jî çend gavên balkêş avêtibûn. (…) Heta salêd 1950’yî ji zimanê Ermenî û Rûsî êpêce tercume hatine kirin. (…) Tercumeyên, hîmlî yên helbestan, heta salên 1950’yî û (hinekên paşê jî kirî) bi tomerî dûrî meydana wêjeyî-bedewetîyê ne. Ew her yek bi nêrîna naskirinê û îsbatîyên neşirê dikarin bêne qîmetkirin. … A wiha, bi vê hesabhildana îsbatîya ji dawîya salên 1950’yî dîyarbûna Fêrîkê Ûsiv ê tercumeçî gerek bê zanîn û nirxandin çawa vekirina rûpeleke nû di nava dîroka hunermendîya Kurdan a tercumekirinê de.”[v]

Sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ên ku ji ber derbeya eskerî ya di 1980’yî de li Tirkîyeyê qewimî baz dan û, ji ber derfetên ku wê peşkeş dikirin, li Swêdê bi cî bûn, çawa ku di wêjeya telîf de, di wergerê de jî karen girîng bi ser xistin. Weşanxaneyên ku li Swêdê hatin vekirin, kovar û pirtûkên bi Kurdî yên ku hatin weşandin û fêrkirina Kurdî di dibistanan de geşedaneke mezin bû. Bi vê re jî, piştevanîyên madî yên ku hukimeta Swêdê nexasim di warê wergerê de dikirin nivîskar û weşangerên Kurd ên li dîyasporayê han dan ku bi wergêranê rabin. Wê heynê, kovar û weşanxaneya Nûdemê ya li jêr rêveberîya nivîskar û wergêr Firat Cewerî, Weşanxaneya Apec a li jêr rêveberîya weşanger Ali Çiftçi û Weşanxaneya Roja Nû di mijara weşandina berhemên werger de bûne çalaktirîn dezgeh. Li gel çend weşanxaneyên dîtir, van weşanxaneyan, ji 1980’yî û pê ve, nemaze helbest, kurteçîrok, roman û pirtûkên zarokan, bi dehan pirtûk ji zimanên wekî Tirkî, Swêdî, Îngilîzî, Almanî, Erebî, Farisî, Fransizî û Danî bo Kurdî dane wergerandin û weşandine. Di vê heyamê de, kovara wergerê ya bi navê Nûdem Werger a Nûdema ku weşanxaneyeke kovarnavendî bû û di payîza sala 1996’an de hejmara wê ya pêşîn û dawî derçû yek ji wan xebatan e ku di vî warî de pêşîkêş in û bûye peyaneke ku bi taybetî pêwîst dike were biqîmetkirin. Gava ku em rûpelên kovarê tev didin, em navên zehmetkêşên warê wergera Kurdî yên wê hingê dibînin. Di sêrî de Firat Cewerî, hewildanên wergêrên nivîskar ên wekî Şahînê Bekirê Soreklî, Zinarê Xamo, Arif Zêrevan, Hesenê Metê, Felat Dilgeş, Silêman Demir, Emîn Narozî, Fawaz Husên û Mistefa Aydogan ên ku rahiştine wergerên girîng kirine û hê jî keda wan di ber vî warî de heye bi salên 1990’î re dest pê dikin hêdî hêdî li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê bandora xwe nîşan didin. Ji ber ku bi salên 1990’î re, li ser zemîna afirandî li ser destê tevgera sîyasî ya reh û rîçal berdayî civaka Kurd, di sêrî de li Stembolê, bi dû re pê de pê de li metropolên Tirkîyeyê yên din û li Kurdistanê, li Amedê dem û dezgehên keltorê yên Kurdan hatin damezirandin. Nifşekî nû yê ku di binê banên van dem û dezgehan de civîya, ku ji alîyekî ve dest pê kir xwe gihande arşîvên di serdema Hawarê û kovarên bi wî rengî de û li Swêdê pêk hatî, ji alîyekî ve jî dest pê kir li jêr mercên dijwar li dem û dezgehên wekî NÇM (Navenda Çanda Mezopotamyayê), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Rewşen û Welat xebitî û di dîroka Kurdî de serdema pêngavekê da destpêkirin. Rojnameya Welat a ku ji 1994’an û pê ve hefteyî derket, di pey re rojnameya Welatê Me ya ku di 1995’an de dîsa dest pê kir hefteyî derket û piştî girtina wê jî, rojnameya Azadiya Welat a ku wek yên berîya xwe di 1996’an de hefteyî dest bi weşana xwe kir, di 15’ê Gelawêja 2006’an de veguheste rojnameya pêşîn a rojane û hê jî derdikeve; kovara keltor, huner û wêjeyê Rewşen a ku di 1992’yan de dest pê bû bi Kurdî-Tirkî hate weşandin, kovara keltor, huner û wêjeyê Jiyana Rewşen a ku piştî girtina Rewşenê dest pê bû di 1996’an de hate weşandin, di pey wê re jî Rewşen-Nameya ku di sala 2002’yan de bi tenê sê hejmar derçû, hem derîyekî nû li Kurdî vekirin, hem jî her yek jê ji bo wergera Kurdî jî hangava bû navnîşan. Di wê serdemê de, di mijara wergerê de nemaze kovara Jiyana Rewşenê roleke girîng gêraye. Çi qasî xebateke wergerê ya bi pîlan û bername nebûya jî, nivîskar û helbestkarên her wekî A. Rahman Çelik, Cemîl Denlî, Kawa Nemir, Mazlûm Doxan û Osman Mehmed ji sala 1996’an û pê ve dest pê kirin di vê kovarê de civîyan û wergerên xwe yên helbest û kurteçîrokan weşandin. Xeyn ji Cemîl Denlî û A. Rahman Çelik, wergerên ku van navan kirine ji sala 2000’î û pê ve dest pê bûye wekî pirtûk hatine çapkirin. Hejmara navên ciwan ên ku dane ser vê rêya hatî xweşkirin bere bere zêde bû û piştî sala 2000’î di zaravaya Kurmancî ya Kurdî de di wergerê de ‘serdema zêrîn’ a îro dest pê kir. Bi maweya vê serdema ku di sala 1980’yî de li Swêdê dest pê kir, bi sala 2009’an re li welêt, her wekî navend, li Stembol û Amedê ba girt, di kategorîyên curecur de, di ser 200’î re berhem ji zimanên Rojhilat û Rojava yên curecur bo Kurdî hatin wergerandin û wekî pirtûk hatin weşandin. Rola ku di salên 1990’î de bi taybetî Jiyana Rewşenê di wergerê de gêra, piştî 2000’î, bi awayekî bêtir pîlansazkirî, êdî weşanxaneyan ew rol li xwe girt. Weşanxaneya Bajar a ku di sala 2003’yan de li Stembolê hate damezirandin û karî bi tenê du salan bi jîyana xwe ya weşanê berdewam bibe di dîroka wêjeya werger a bi Kurdî de roleke xwe ya mezin hebû. Bi dû re, dilê Weşanxaneya Lîsê ya ku li Amedê hate damezirandin û îro ro yek ji çend mezintirîn weşanxaneyên Kurdan e li vê mexsed û mirazê Bajar spî bû û bû weşanxaneya Kurdan a ku heta îro herî pirr berhemên werger ên bi Kurdî çap kirine. Lîsê di çarçoveya Rêza Wêjeya Cîhanê de ji helbestkar û nivîskarên wekî Shakespeare, Franz Kafka, Selma Lagerlöf, Emily Dickinson, Herman Melville, William Faulkner, Gabriel Garcia Márquez, Yaşar Kemal, Selîm Berekat, Leylâ Erbil, Orhan Pamuk û Murathan Mungan bi dehan berhemên hêja kirine malê zaravaya Kurmancî ya Kurdî û di vî warî de hê jî weşanxaneya pêşeng e. Avestaya ku yek ji kevintirîn û kartêkertirîn weşanxaneyên weşangerîya bi Kurdî ye jî vê axirîyê pê de pê de giranîya xwe dide ser weşana berhemên werger, ev yek jî amajeyê pê dike ku di vî warî de dê kawdanên hê mezintir peyda bibin. Pê re jî, Newepel û Şevçila yên ku bi edîtorîya Roşan Lezgîn derdiçin û Vateya ku Deniz Gündüz edîtorîya wê dike, tê de berdewam in nimûneyên curecur ên ji wêjeya cîhanê dikine malê zaravaya Kirmanckî ya Kurdî.

Wekî encam, tê heye ku em van xalan derêxin ji tabloya di çarçoveya vê nivîsa pêşekî de hatî mexderê ya ku heta ku ji me hat me hewil da em dîrokçe û rewşa rojaneyî ya wergera Kurdî bi kurtî û puxteyî helsengînin: Çawa di gelek waran de, di wergera Kurdî de jî, wergêr û weşanxaneyên ku muxatabên rasterê yên babetê ne heta îro li ser kêşeyên dîrokî û rojaneyî yên xweserî wergera Kurdî dûr û dirêj gotûbêj nekirine, nepeyivîne li ser nexşerêyeke ku rê li ber kar û xebateke wergerê ya berfireh, belkî jî tevgereke wergerê, xweş bike. Ev jî dibe bayîs ku kar û xebatên wergera Kurdî yan bi hewildanên kesane ve, yan jî bi pêdagirîya bo weşandina wergeran bi destê yek du weşanxaneyan digel mercên dijwar ve sînordar bimîne. Heke wergêrên Kurd ên ku di wergerê de qonax hilanîne û weşanxaneyên Kurdan li dora tevgereke wergerê bicivin û li hev rûnên, ne cîyê gumanê ye ku wêje, keltor û hunera Kurdî di nava deh salên bê de xwe bigihînine ser asteke bilind, ên ku digel zerengîya geşedanê û vekirina rêyeke nû ya bi wan re heyî, ji ber ku xwe bi têra xwe nadine ber mijara wergerê, îro ro hê jî nikarin peywendîyeke hevgirtî û kartêker daynin li gel cîhanê.

 

[i] Öpengin, Ergin, Werger û Wergêran Di Kurmanciyê De: Paşxane û Hindek Pirsên Îroyî. Ev benda ku di hejmara Bihar 2011’ê ya kovara Zendê de hatîye weşandin û hemû kesên ku hewes û mereqa wan li ser babeta wergera di Kurdî de hebe divê bixwînin, ji ber ku ji ber kil û kêmasîyên edîtoryal bi awayekî tijî bi çewtîyan hatîye çapkirin, ji alîyê nivîskêr bi xwe ve, bi şêweyê xwe yê birêkûpêk, li ser înternetê, li ser vê navnîşanê dubare hatîye weşandin: http://www.kulturelcogulcugundem.com/news.php?nid=20410

[ii] Öpengin, Ergin, b.n.h.

[iii] Öpengin di benda xwe ya navhatî de wergerên Incîlên Matthew û Mark ên ku piştî 1911’an hatine kirin û di 1922’yan de hatine çapkirin û ya Luka ya ku di 1923’yan de hatîye çapkirin jî tev dike û dide zanîn ku hejmara sercem heft e. Malmîsanij di rûpela 43. a xebata xwe ya bi navê Türkiye ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayıncılığının Dünü ve Bugünü (Duh û Îroya Weşangerîya Pirtûkên Bi Kurdî Li Tirkîye û Sûrîyê) de, ya ku ji alîyê Weşanxaneya Vateyê ve di 2006’an de hatîye weşandin, hejmarê wekî pênc neqil dike.

[iv] Öpengin, Ergin, b.n.h.

[v] Di pêşgotina Çerkezê Reş a bi navê Hijmekariya Şaîrê Duyemîn, Der Heqa Wergerên Fêrîkê Ûsiv De ya beşa Wergeran a cilda 3. a bi navê Êvara Zivistanê ya hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv de, Ûsiv, Fêrîkê, Êvara Zivistanê, hemû berhem, Amadekar: Firîda Hecî Cewarî, Weşanên Lîs, 2015, r. 491