• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Selîm Temo

selim_temo_resimHelbestkar, wergêr û akademîsyen.

Di 27’ê Nîsana 1972’yan de li gundê Mêrînayê yê Êlihê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li gund, a navîn li Êlihê kuta kir. Bi destpêka xwendina Beşa Etnolojîyê ya Zankoya Enqereyê (1992-2000) re dest bi belavkirina berhemên wêjeyî kir. Mastera xwe (2003; Wêjebûna Laşî Di Helbesta Cemal Süreya De) û doktoraya xwe (2009; Dorhêl Di Helbesta Tirkî De: 1859-1959) li Zankoya Bilkentê Beşa Zimanê Tirkî bire sêrî. Di 2009’an de li Zankoya Artukluyê ya Mêrdînê wekî asîstant profesor dest bi karî kir û xebata damezirandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî meşand. Lê piştî ku Kurdî ji alîyê dewletê ve wekî “beş” nehate pejirandin, ji lijneya damezirandinê îstifa kir. Di 2011’an de wekî “mamosteyê mêvan” li Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Zankoya Exeterê (Brîtanya) xebitî. Di navbera salên 2013-2014’an de di rojnameya Radikalê de bi Kurdî û Tirkî quncik nivîsî. Helbest û nivîsên wî bo Almanî, Azerî, Flamanî, Fransizî, Îngilîzî, Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî) û Tirkî hatine wergerandin. Selîm Temo bavê kurekî ye û li Mêrdînê dijî.

Berhemên wî:

Helbest:

Ah! Tamara (Ax! Tamara), Weşanên Suteni, 1995(çapa pêncem, Weşanên Agora, 2011)

Kırgın Nehirler Meseli (Çîroka Çemên Dilşikestî), Weşanên Suteni, 1996 (çapa çarem, Weşanên Agora, 2011)

Uğultular (Xumînîyekan), Weşanên Avesta, 2000 (çapa sêyem, Weşanên Agora, 2011)

Bis, Weşanên Agora, 2011 (di nava hemû helbestên bi Tirkî, Jübileyê(Jubîle) de)

Sê Deng, Weşanên Agora, 2011

Roman:

Çiftlere Cinayet Dersleri (Dersên Kuştinê Bo Jin û Mêran), Weşanên Halkevleri, 1998

Antolojî:

Kürt Şiiri Antolojisi (Antolojîya Helbesta Kurdî), bi Kurdî û Tirkî, Weşanên Agora, 2007 (çapa duyem, 2011)

Pirtûkên zarokan:

Serê Şevê Çîrokek, 12 pirtûk, Weşanên Şarevanîya Sûrê ya Amedê, 2006-2010

Werger:

Amidabad: Göç, Çocuk, Irmak (Amîdabad), Fawaz Husên, kurteçîrok, Weşanên Avesta, 2004

Solgun Romans (Romansa Çilmisî), Firat Cewerî, kurteçîrokên bijarte, Weşanên Avesta, 2005

Abdalın Bir Günü (Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê), Mehmed Uzun, roman, Weşanên İthaki, 2005

Sen (Tu), Mehmed Uzun, roman, Weşanên İthaki, 2006

Yaşlı Rindin Ölümü (Mirina Kalekî Rind), Mehmed Uzun, roman, Weşanên İthaki, 2006

Yitik Bir Aşkın Gölgesinde* (Siya Evînê), Mehmed Uzun, roman, Weşanên İthaki, 2006

Aşk Gibi Aydınlık Ölüm Gibi Karanlık* (Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê), Mehmed Uzun, roman, Weşanên İthaki, 2006

* Her du wergerên dawî 3 çap belav bûne, bi dû re weşanxane vegerîyaye ser wergerên berê.

Lêkolîn û gotar:

Türk Şiirinde Taşra (Melbend Di Helbesta Tirkan De), Weşanên Agora, 2011

Ruhun Bedeni (Bedena Gîyan), nivîsên rojnameyan, Weşanên Agora, 2014

Uzak Komşu: Kürt ve Türk Şiiri İlişkileri (Cîrana Dûr: Peywendîyên Helbesta Kurdî û Tirkî), Weşanên Kriter, 2015

Tîpguhestin:

Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike, tîpguhestina hemû helbestên Mueyed Teyîbî ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî, Weşanên Avesta, 2014

Edîtorî:

Rojên Wêjeya Kurdî, li gel Îbrahîm Seydo Aydogan, Weşanên Zankoya Colemêrgê, 2011

Xelatên ku wî wergirtine:

Perûya Yaşar Nabi Nayır a Helbestê, 1997

Perûya Halkevleriyê ya Romanê, 1998

Çirayên 2011’an, Weqfa Hrant Dink

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: selimtemo@gmail.com