• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Nezîr Ocek

nezir_ocek_resimNivîskar û wergêr.

Nezîr Ocek di sala 1961’ê de li gundê Xumarê yê bi ser Şaxa Wanê ve ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya dibistana seretayî û navîn li Wanê kirîye, dibistana amadeyî jî li Cizîra Botan xwendîye û pişt re derbasî Sûrîyê bûye, li Kullîyata Şamê Beşa Ziman û Wêjeya Erebî kuta kirîye. Di sala 2002’yan de li Stembolê di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de perwerdehîya zimanê Kurdî wergirtîye. Di sala 2004’an de li Wanê di fêrgeha fermî ya zimanê Kurdî de waneyên rêziman û wêjeya Kurdî daye. Di sala 2006’an de di damezirandin û rêveberîya Kurdî-Der’a Wanê de cî girtiye û ji hingê ve di nava xebat û perwerdehîya zimanê Kurdî de cîyê xwe digire û ev xebatên wî berdewam in.

Werger:

Xoxek û Hezar Xox, Samed Behrengî, Weşanên Sîtav, 2014

Rastî û Nîgaşa Rojekê, Samed Behrengî, Weşanên Sîtav, 2014

Çîroka Hezkirinê, Samed Behrengî, Weşanên Sîtav, 2014

Masiya Reş a Biçûk, Samed Behrengî, Weşanên Sîtav, 2014

Kevokvanê Keçel, Samed Behrengî, Weşanên Sîtav, 2014

Zarokê Silkfiroş, Samed Behrengî, Weşanên Sîtav, 2014

Stêrê û Pitika Axiver, Samed Behrengî, Weşanên Sîtav, 2014

Stêrê û Qirik, Samed Behrengî, Weşanên Sîtav, 2014

Serpêhatiyên Kuliyeke Berfê, Samed Behrengî, Weşanên Sîtav, 2014

Ziman:

Waneyên Rêzimana Kurmancî, Weşanên Sîtav, 2014

Lêkolîn:

Edebiyata Kurdî, Weşanên Sîtav, 2016