Yaşar Eroğlu
Nivîskar û rojnamevan.
Di sala 1960’î de li Qerekilîsê ji dayîk bûye. Yaşar Eroğlu ji dibistana amadeyî û bi şûn de beşdarî Tevgera Azadîyê bû. Di sala 1981’ê de hate girtin, darizandin û cezayê îdamê lê hate birrîn. Di dawîya sala 2001’ê de ji bendîxaneyê derket. Di xebatên çand, wêje û zimên de cî girt. Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wekî rêveber û edîtorê kovara Zendê peywir girt. Di sala 2007’an de di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir, edîtorî û qunciknivîskarî kir. Nivîsên wî di kovarên Zend, Çirûsk, Nûbihar, rojnameya Azadiya Welat, malperên Amîda Kurd, Diyarname, TZP Kurdî, aryahaber.com û yeniulkehaber.comê de derketin. Ji 2009’an û vir ve di nava partîyên sîyasî yên Tevgera Kurd de wekî rêveber û li ser astine din peywir girtin. Yaşar Eroğlu di xebatên xwe yên li ser ziman û wêjeya Kurdî de berdewam e û di vê qadê de gelek nivîsên wî hene. Eroğlu, ji çar salan û vir ve dersên zimanê Kurdî dide.
Berhemên wî:
Kurteçîrok:
Nahêlin Em Bigihîjine Bihara Xwe, Weşanên Aram, 2005
Hêvî, Weşanên Sîtav, 2013
Berhevok:
Qewdek Sosretî, Weşanên Aram, 2010
Zanyarîyên ragihanê:
Navnîşana e-posteyê: