• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Sîdar Jîr

Çîroknûs, wergêr û rojnamevan.

Di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li Şemrexê, dibistana navîn û amadeyî li Amedê xwend. Li Zankoya Dîcleyê Fakûlteya Perwerdehîyê kuta kirîye û li Zankoya Anadoluyê di Fakûlteya Îqtisadê de Beşa Têkilîyên Navneteweyî xwendîye. Di dema xwendekarîya xwe ya zankoyê de li gel hevalê xwe Deştî Rewşen fanzîna bi Kurdî ya bi navê Kulîlk derxist û edîtorîya wê kir. Jîr edîtorîya rojnameya Azadiya Welat, kovarên huner û wêjeyê Kulîlka Ciwan, W û Rewşenê kir. Her wisa wî edîtorîya kovarên zarokan ên bi navên Şemamok û Dergûş kir. Beşdarî amadekirina gelek berhemên sereke yên wêjeya Kurdî bûye ji bo weşanê. Der barê pirtûka wî ya kurteçîrokan a bi navê Dozdeh Çirk de, di sala 2012’yan de, li Zankoya Silêmanîyê, li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî teza qedandina beşê hatîye nivîsîn. Kurteçîrokên wî bi qismî bo zimanê Tirkî hatine wergerandin û di weşanine curecur de hatine weşandin. Wî li Akademîya Cegerxwînê, di Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de demeke dirêj dersên kurteçîrok, werger û dîroka wêjeya cîhanê dan. Sîdar Jîr li Amedê dijî.

Berhemên wî:

Kurteçîrok:

Ariya Giyanên Stewr, Weşanên Bajar, 2004

Dozdeh Çirk, Weşanên Lîs, 2011

Lêkolîn û gotar:

Nasnameya Wêjeyê, Weşanên Lîs, 2016

Werger:

Bi Kurdî Hezkirinekê Bide Min / Bana Kürtçe Bir Sevgi Ver, Cezmi Ersöz, çîrokên bijartî, Weşanên Lîs, 2006

Diyariya Sersalê, O. Henry, çîrokên bijartî, Weşanên Lîs, 2013

Mêrikê Lal, Sherwood Anderson, çîrokên bijartî, Weşanên Lîs, 2013

Mishefa Reş & Bextê Reş, Amed Gökçen, lêkolîn, Weşanên Zankoya Bilgiyê ya Stenbolê, 2014

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: sidarjir@hotmail.com