• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Yaqob Tilermenî

yaqob_tilermeni_yÇîroknûs, romannûs û wergêr.

Di sala 1972’yan de li Qosera Mêrdînê ji dayîk bûye. Ji Zankoya Dîcleyê Fakûlteya Perwerdehîyê Beşa Mamosteyîya Fizîkê derçûye. Di navbera salên 1996-1998’an de nivîs û kurteçîrokên xwe yên pêşîn ên bi Kurdî di kovara Jiyana Rewşenê de weşandîye. Di kurteçîrokên xwe de bêtir cî daye takekesên ji civakê vederbûyî yên ku di serdema şer û alozîyan de li paleke ewle digerin. Tilermenî di Gulana 2002’yan de ji ber nivîsîna bi Kurdî hatîye destgîrkirin, girtin û sirgûnkirin. Di heman serdemê de di gelek panel, konferans û hevpeyvînan de ramanên xwe yên der barê kurteçîroka Kurdî û wêjeya Kurdî de raber kirîye. Di sala 2004’an de li gel hevalên xwe yên wêjekar Lal Laleş, Mîran Janbar û Jan Çîya bingeha Weşanxaneya Lîsê danîne û demeke dirêj di nava xebatên weşanxaneyê de wekî edîtor û redaktor xebitîye. Yaqob Tilermenî helbest, çîrok, roman û şanoname ji zimanê Tirkî wergerandine Kurdî. Wî bi xwe jî şanoname û senaryo nivîsîne. Kurteçîrokên wî di salname û antolojîyên kurteçîrokan de hatine weşandin. Di kurtefilîma bi navê Mezûn de derhênerî kirîye. Kurteçîrokên wî li Tirkî, Erebî û Îngilîzî hatine wergerandin û heta niha wekî pirtûkên telîfê sêzdeh pirtûkên wî yên bi Kurdî hatine weşandin. Yaqob Tilermenî li Mersinê dijî.

Berhemên wî:

Roman:

Kitim, Weşanên Lîs, 2005

Qerebafon, Weşanên Do, 2009

Bavfileh, Weşanên Do, 2009

Sergotina Calvino, Weşanên Avesta, 2013

Hêlange, Weşanên Lîs, 2016

Kurteçîrok:

Êşbazî, Weşanên Sî, 2002

Bermeqlûb, Weşanên Elma – Pirtûkên Mîr, 2003

Ferhenga Sirgûnê, Weşanên Lîs, 2004

Kermêşa Gerok, Weşanên Zîbeq, 2011

Metamorfoz, Weşanên Na, 2013

Lêkolîn:

Lemişta Çîrokên Kurdî / Salnameya Çîroka Kurdî ya 2012-2013-2014’an, Weşanên Na, 2015

Şanoname:

Kulîlkên Apê Mûsa, Weşanên Zîbeq, 2011

Danişîna Zimanekî, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Amedê, 2012

Werger:

Cam û Kevir / Cam ile Taş, Şükrü Erbaş, helbestên bijartî, li gel Dîlber Hêmayê, Weşanên Lîs, 2005

Bêbaran / Yağmursuz, A. Hicri İzgören, helbestên bijartî, li gel Lal Laleş, Weşanên Lîs, 2005

Rojda, Özcan Karabulut,çîrokên bijartî, Weşanên Lîs, 2005

Dansa Berber, Sirri Ayhan, roman, Weşanên Na, 2014

Dûvpişk, Eşber Yağmurdereli, şanoname, ji bo Şanoya Bajêr a Êlihê, 2014

Xelatên ku wî wergirtine:

Xelata Duyemînîyê ya Pêşbazîya Nivîsîna Lîstikên Şanoyê yên bi Kurdî ya 1’emîn bi şanonameya xwe ya bi navê Danişîna Zimanekî,15’ê Nîsana 2011’an

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-postayê: yaqobtilermeni@hotmail.com