• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Qahir Bateyî

qahir_bateyi_resimNivîskar û weşanger.

Di sala 1974’an de li gundê Bêmboyê yê bi ser Şemzînana Colemêrgê ve ji dayîk bûye. Di temenekî pirr ciwan de tevî xebatên welatparêzîyê bû. Di sala 1993’yan de, di pola yekemîn a dibistana amadeyî de hate girtin û çar mehan di bendîxaneyên Amed û Colemêrgê de ma. Di sala 1994’an de, ji ber zextên dewletê, heşt mehan li Başûrê Kurdistanê ma. Piştî ku gelek caran hate destgîrkirin û tûşî şikenceyan bû, di sala 1997’an de koçî Stembolê kir. Di sala 1998’an de li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest bi xebatê kir. Ji sala 2000’î heta bi 2005’an di senato û rêveberîya enstîtuyê de cî girt. Di sala 2006’an de di damezirana TZP Kurdî’yê (Tevgera Ziman û Perwerdehîya Kurdî) de cî girt, heta 2009’an di Kordînasyona TZP Kurdî’yê de xebitî û du salan berdevkîya wê kir. Di 2004’an de şeş mehan û di navbera 2009’an û 2011’an du sal û nîvan di bendîxaneyê de ma. Niha li Wanê weşangerîyê dike. Xwedî û edîtorê Weşanxaneya Sîtavê ye.

Berhemên wî:

Kurteçîrok:

Perdeyê Reş, Weşanên Sîtav, 2014

Roman:

Gulên Azadiyê, Weşanên Aram, 2003

Ceriban:

Çavxezal, Weşanên Sîtav, 2014

Ziman:

Kartên Jîran (Kartên Dîtbarî yên Perwerdehîya Zarokan), Weşanên Sîtav, 2013

Ferheng & Sözlük Kurdî-Tirkî / Türkçe-Kürtçe, Weşanên Sîtav, 2014

Kürtçe Konuşma Kılavuzu (Rêbera Axaftina Bi Kurdî), Weşanên Sîtav, 2014

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: nefelkitapkirtasiye@hotmail.com