Welat Dilken
Helbestkar û Nivîskar
Di bihara sala 1975’an de, li gundê Dolê yê bi ser bajarê Semsûrê ve ji dayik bûye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Tirêj, Çirûsk, W û di malperên kurdî de hatine weşandin. Wî demekê di rojnameya Evropres de nivîsî ye û di malpera Diyarnameyê de qunciknûser e.
Welat Dilken di pêşbirkên wêjeyî yên helbest û çîrokan ên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyn Sagniç de di beşên helbestan de xelat wergirtine.
Berhemên wî:
Ken Deyndarê Me Em Deyndarê Girî Ne, Helbest, 2006
Sî bi Rojê Xweşik e, Helbest, 2009
Şeva Dawî, Roman, 2011
29 Kul 29 Gul, Helbest, 2012
Siya Derizî, Helbest, 2012
Neynik û Hine, Helbest, 2013
Stêrka Xuricî Ferêt, Roman, 2016
Wergerên wî:
Me Herî Pir Ji Helbestkaran Bawer Kir, Helbest 2016
Zanyarîyên Ragihanê: