• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê

evrensel_resimWeşanxane û Çapxaneya Evrenselê di sala 1988’an de li Cağaloğluyê, li Xana Ankarayê, li jûreke biçûçik a kirê dest bi weşanê kir. Niha li Tarlabaşıya Beyoğluyê, di avahîya xwe de xebatên xwe yên weşanê didomîne.

Rêjeyeke zêde ya giştîya nifûsê, bê guman pê re jî ciwanên ku pirranîya xwendeyan temsîl dikin, dibe ku xwedî wê hizrê bin ku di nûçeyên televizyonan de, yan di romaneke utopîk de, yan jî di filîmekê de ancax pirtûk li ser dezgehekî li cem hev têne rêzkirin û li cem “çekên bidestketî” têne nîşandan û pirtûk wekî hêmayeke tawanê di binhişan de têne kodkirin. Lê derbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’yî ev dîmen wekî bûyerên jirêzê yên rojane di ber çavan re derbas dikirin.

Wan rojên ku serekê derbeyê bi kitêba pîroz derdikete ser kursîyên mitîngan, li bi dehan hezaran malan ji mecbûrî “paqijîya pirtûkan” hate kirin. Hin pirtûk bi kîsan hatin çehlkirin, hinek jî hatin şewitandin. Bi vî awayî, pirtûk wekî tiştekî ku divê werin veşartin hatin dîtin û di mêjî û jîyana mirovan de valayîyên gelekî mezin peyda bûn. Ji ber ku pirtûkên ku rejîmê dijminatîya wan dikir, bi esasî, rê li ber mirovan vedikirin ku li dijî korewarîyê, neheqîyê, xizanîyê, mêtingerîyê û tepeserîyê stûyên xwe neçemînin û hînî mirovan dikirin ku dê vê yekê çawa bikin. Pirtûk zanîn, zanîn jî hêz bû. Generalan mirov ji çekên wan ên herî girîng bê par hiştin û ew pirtûkên ku ji zanyarîya wan sûd werdigirtin bi çekên kujer re teşhîr kirin. Kontrolkirina bi vî rengî li ser têkilîyên mirovan û pirtûkan, giranîya berdêlên pirtûkên sîyasî, helbet bûye sedem ku mirov xwe ji pirtûkan bi dûr bixin.

Reng e bi hêsanî bê gotin ku Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê piştî 1980’yî yek ji wan tevgeran e ku li dijî hewaya giran û tepeserker daye çoyê xwe. Di 28 salan de weşandina ji 500’î bêtir pirtûkan jî nîşaneya vê yekê ye.

Dema ku xwendevan li nav û mêjûyên weşanê yên pirtûkên di lîsta Evrenselê de binihêrin, ew ê bibînin ku di navbera mêjûyên weşanê û naveroka van pirtûkan û bûyerên herî girîng ên welêt û cîhanê de têkilîyên xurt hene. Ev jî nîşan dide ku ev weşanxane ne li ser xeteke “bêalî” ye, berevajî vê yekê, li hemberî rûdanên li cîhanê û li Tirkîyeyê xwedî helwestekê ye.

A rast, di nîveka pêşîn a salên 1990’î de jî em bi tabloyeke tarî re rû bi rû bûn. Xurtbûna Tevgera Neteweyî ya Kurd di navbera salên 1992-1995’an de berê hêzên li dijî vê tevgerê da kuştinan. Di vê serdemê de li Kurdistanê gelek rojnamevan hatin kuştin.

Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê jî parçeyekî hêzên demokrasîyê û piştgira wan bû. Evrensel li cem parêzvanên mafên Kurdan bû ku xwedî xwestekên bi vî rengî bûn: bikaranîn û bipêşvebirina mafên çandî, rawestandina valakirina gundan, bidawîbûna şikence û bêserûşûnkirinê, jiholêrakirina tîmên taybet, bidawîbûna komelkujîyên kiryarnedîyar, bicîanîna mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî… Ne cîyê gumanê ye ku Evrenselê bernameya weşana xwe jî li gorî vê dîyar kir.

Weşanxaneyê weşanên xwe yên di Rêza Dîrok û Çanda Kurdan û Rêza Pirtûkên Kurdî de û bi Tirkî bi dû re jî domandin. Pirtûkên her wekî Dar Üçgende Üç İsyan (Sê Raperîn Li Sêgoşeya Teng, Faik Bulut), Orta Anadolu Kürtleri (Kurdên Anatolyaya Navîn, Rohat Alakom), Kürt Halk Türkülerinden Seçmeler (Guldesteya Kilamên Gelêrî yên Kurdan, Salihê Kevirbirî), Cegerwîn’in Yaşamı ve Şiir Anlayışı (Jîyana Cegerxwîn û Feraseta Wî ya Helbestî, Ordîxanê Celîl), Ristemê Zal (Edîb Polat), Arîn/Mem û Zîn (Cuma Boynukara), Antolojiya Helbesta Bakûr (Arjen Arî), Bahol (Çiya Mazî), Siwarê Ewran (Îsmaîl Dîndar) hin ji wan in. Weşanxaneyê ji dehî zêdetir pirtûkên zarokan ên bi Kurdî weşandin. Pînokyo, yek ji klasîkên wêjeya zarokan a cîhanê, cara pêşîn bo Kurdî hate wergerandin. Weşanxaneya ku ji pêncîyî bêtir pirtûkên wekî roman, kurteçîrok, helbest û lêkolîn weşandin, xebatên xwe yên bi vî rengî didomîne.
Bo yadkirina helbestkar Arjen Arî, her sal Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê, Weşanên Lîs, Weşanên Ronahî û Komeleya Nivîskarên Kurd Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li dar dixin. Wekî xelata pêşbirkê, berhema ku bi ser dikeve ji hêla Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê ve bi logoyên sazîyên din ve tê çapkirin.

Li gorî feraseta weşanê ya weşanxaneyê, cîyekî taybet ê wan berheman heye ku bipêşveçûna mirovahîyê li ber çavan radixin, qala serfirazîyên dîrokî yên mirovahîyê dikin, pê re jî tecrûbeyan radigihînin bo têkoşana demokrasîyê ya îroyîn.

Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê ya ku parêzvanîya kedê, çanda duh, îro û sibehrojê dike her bi piştgirîya kedkaran bi pêş ve çû, bi wan re bi pêş ket.

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşan: Kamerhatun Mahallesi Alhatun Sokak No:25 Tarlabaşı Beyoğlu/İstanbul

Têlefon: 0212 255 25 46

Faqs: 0212 255 25 87

Navnîşana e-posteyê: info@evrenselbasim.com