• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Mela Birhanê Tarînî

Mela, nivîskar û wergêr.

Di sala 1985’an de li gundê Tarînê yê Şemrexa Mêrdînê hatîye dinyayê. Piştî dibistana seretayî, dev ji dibistana fermî berdaye û berê xwe daye nava medreseyên Kurdan ji bo xwendin û melatîyê. Li bajarên mîna Mêrdîn, Amed, Dîlok, Êlih û Bidlîsê dom bi xwendina xwe kirîye û ya herî paşîn jî, li Bismilê xwendina xwe qedandîye û di sala 2004’an de îcazeta xwe wergirtîye. Piştî girtina îcazetê, wek her melayê Kurd, berê xwe daye gundan ji bo seydatîyê. Mela Birhanê Tarînî niha li Mêrdînê bi seydatîya xwe berdewam e, her wiha, wekî hezkiroxê wêjeya Kurdî, li ser berhemên klasîk ên bi Kurdî û wergerên xwe yên ji Erebî dixebite.

Berhemên wî:

Lêkolîn:

Medrese, Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me, Weşanên Lîs, 2011

Werger:

Xutba Kurdî, bi navê Êwana Pendê Kurdî ye, wergera Dîwana Xutba Mînberiyye, Weşanên Mektebet-û Seyda, 2011

Peyvên Biçûk, ji Rîsaleyên Nûr, Weşanên Rnk. İstanbul, 2011

Hedîs:

Çil Hedîsên Qudsî ji Gula Bexçê Nebî, Weşanên Seyda, Bêrûd, 2014

Tîpguhestin û amadekarî bo weşanê:

Hemû Berhem, beşa Mem û Zînê, Ehmedê Xanî, Weşanên Lîs, 2008

Beyana Xwarinan û Zewqên Wan, Şêx Muhyedînê Hênî, Weşanên Peywend, 2015

Dîwana Şêx Evdilqadirê Hezanî, Weşanên Lîs, 2016

Menzûmeya Tecwîdê ya Mela Xelîlê Sêrtî, Weşanên Lîs, 2016

Kîtab’ud-Durrîl E’la fî Îlmî’t-Tecwîd, Seydayê Licêyî, Weşanên Lîs, 2016

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: cigerheliyaderik@gmail.com