• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Merdan Newayî

merdan_newayiNivîskar û wergêr.

Navê wî yê fermî Aydın Üneşi ye. Di sala 1961’ê de li Misircêya Sêrtê ji dayîk bûye. Beşa Îlahîyatê ya Zankoya 9 Eylülê kuta kir. Di Zankoya Artuklu Enstîtuya Zimanên Zindî Li Tirkîyeyê Beşa Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind qedand. Di navbera salên 1989-2000’î de li Wezareta Perwerdehîyê mamosteyî kir. Li Bakurê Kurdistanê yekem car bi fermî wî kursa Kurdîya Kurmancî vekir. Li Batman, Farqîn û Amedê mamosteyîya Kurdîya Kurmancî ya xwebexşî kir. Di navbera salên 2011-2015’an de li Zankoya Artukluyê dersên Kurdîya Kurmancî da. Newayî niha li Batmanê dijî.

Nameyên edebî û gotarên Merdan Newayî yên bi Kurdîya Kurmancî di kovar û rojnameyên wekî Azadiya Welat, Rewşen-Name, Kevan, Tîroj, Nûbihar, W, Ajda û Zembîlfiroşê de derçûn.

Berhemên wî:

Werger:

Dîwana Herba Urfî, Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî, ji Kullîyata Rîsaleyên Nûr, Weşanên Hizmet Vakfıyê, 2012

Leme’at Kulîlkên Dendikan, Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî, ji Kullîyata Rîsaleyên Nûr, li gel Ayhan Yıldız, Weşanên Hizmet Vakfıyê, 2014

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: mnewayî@hotmaîl.com