• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Edîb Polat

edib_polat_resimRomannûs, helbestkar û wergêr.

Di sala 1964’an de (bi fermî 1962’yan) li gundekî Amedê ji dayîk bûye, dibistana amadeyî û zanko li heman bajarî kuta kirîye. Demekê mamostetîya bîyolojîyê kirîye, ji ber pirtûk û nivîsên xwe gelek caran hatîye darizandin û di zindanan de maye. Ji sala 1999’an heta niha di Şarevanîya Parêzgeha Amedê de wekî bîyolog û zimanzan dixebite. Di sala 2004’an de li gel komek hevalên xwe Komeleya Nivîskarên Kurd damezirandîye û demekê serokatîya wê kirîye. Di Reşemîya sala 2015’an de li Zankoya Artukluyê Beşa Ziman û Çanda Kurdî master kuta kirîye û teza xwe li ser Di Çend Pexşanên Kurdî de Evînên Efsanewî amade kirîye. Bavê du zarokan e, wekî bîyologekî karmend jîyana xwe li Amedê didomîne.

Berhemên wî:

Roman:

Newrozladık Şafakları (Me Berbang Kirin Newroz), bi Tirkî, Weşanên Pelêsor, 1990 (çapa duyem, Weşanên Başak, 1991; çapa sêyem, Weşanên Tevn, 2008)

Sevgilim Sevgisiz Ölüm (Mirinê Hezkirîya Min a Bêhezkirin), bi Tirkî, Weşanên Sis, 1998

Ristemê Zal, Weşanên Evrensel, 2007

Dûvpişk Bi Xwe Venade, Weşanên Evrensel, 2011

Pênc Mifte û Wijdanek, Weşanên J&J, 2015

Helbest:

Hawara Roboskî, Weşanên Ronahî, 2012

Kurteçîrok:

Şorbe û Fedî, Xela û Xeyidî, Weşanên Pêrî, 2005

“Zinacı” (“Zinêkar”), bi Tirkî, Weşanên Pêrî, 1999

Lêkolîn / Bîrhatî:

Diyarbakır Gerçeği (Rastîya Dîyarbekirê), bi Tirkî, Form Ofset, 1998 (çapa duyem, Rêza Weşanên Komeleya Mafên Mirovan, 1989; çapa sêyem, Weşanên Başak, 1991)

Devletsiz Ülkeden İzdüşümler (Sîtavkin Ji Welatê Bêdewlet), bi Tirkî, Weşanên Pelêsor, 1992

Bilim Dilinde Kürtler ve Kürdistan (Kurd û Kurdistan Di Zimanê Zanistê De), bi Tirkî, Weşanên Öteki, 1992 (çapa duyem, Weşanên Evrensel, 2004; çapa sêyem, Weşanên Evrensel, 2008)

Werger:

Kundê Kor, Sadiq Hîdayet, Weşanên Kora, 1990

Cesur Yeni Dünya (Dinyaya Wêrek a Nû), Aldous Huxley, bo Tirkî, Weşanên Yaba, 1998

Meridyen (Merîdyen), Alice Walker, bo Tirkî, Weşanên Sis, 1997

Günlüğümden Notlar (Notên Ji Rojnivîska Min), Maksîm Gorkî, bo Tirkî, Weşanên Doruk, 1998

Askeri Darbe (Derbeya Leşkerî), Edward Luttwak, bo Tirkî, Weşanên Yaba, 1998

Dımdım Kalesi (Kela Dimdimê), Erebê Şemo, bo Tirkî, Weşanên Evrensel, 2005

Cegerxwîn’in Yaşamı ve Şiir Anlayışı (Poeziya Cegerxwîn a Bajarvaniyê), Ordîxanê Celîl, bo Tirkî, Weşanên Evrensel, 2004

Xelatên ku wî wergirtine:

Xelata Barbara Goldsmithê (PEN) ya Azadîya Nivîsê, 1994

Xelata Human Rights Watchê ya Azadîya Ramanê, 1994

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: edippolat@yandex.com