• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Weşanxaneya Berbang

BERBANG_resimDi sala 2013’an de li Stembolê ji alîyê nivîskar M. Çiya Mazî ve û bi alîkarîya helbestkar Şivan Zeren hate damezirandin. Armanca damezirandina weşanxaneyê di sêrî de bi taybetî weşandina pirtûkên nivîskarên damezirîner bû, bi dû re weşandina pirtûkên hemû nivîskaran kete rojeva weşanxaneyê. Ji ber ku di qada weşanê de weşanxaneyên Kurdî kêm û daxwaza pirtûkçapkirinê zêde bû li ba nivîskarên Kurd. Ji alîyekî ve jî hewcedarî bi zanîn û qalîteya nivîs û edîtorîya zimanê Kurdî hate dîtin. Armanca yên weşanxane damezirandî yek jî ew bû ku zanebûn û tecrûbeyên xwe tê xine xizmeta weşangerîya Kurdî û pirtûkên xwe û pê re jî, li gorî derfetan, ên nivîskarên Kurdî yên din biweşînin û vê yekê bikine derfeteke alternatîf. Ew alternatîf e ku gelek nivîskar bi xwe jî dikarin bi hev re yan jî bi tena serê xwe weşanxaneyekê ava bikin û pirtûkên xwe yên ku ew bawer dikin sûda wan dê ji nivîsa Kurdî re çêbe biweşînin û dosyeyên xwe yên ku bi salan di refên weşanxaneyan de di dora weşandinê de dimînin tê xine xizmeta nivîsa Kurdî.

Tevî bêderfetîya aborîyî jî, bi maweya du salan 9 pirtûk ji alîyê Weşanxaneya Berbangê ve hatine çapkirin û li gelek deverên Kurdistanê hatine belavkirin. Weşanxaneya Berbangê ji sêrî de bi tenê weşandina pirtûkên bi Kurdî ji xwe re kirîye armanc; ji ber bêderfetî, qedexebûn û asîmîlasyona bi dehan salan a li ser zimanê Kurdî, mafekî zimanê Kurdî heye ku mirov wî bi pozîtîvî tê xe pêşîya zimanên din ji bo rûmetdayînê.

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşan: Kuloğlu Mahallesi İstiklal Caddesi Sadri Alışık Sokak No: 24/1 A Beyoğlu/İstanbul

Navnîşana e-posteyê: musadem47@gmail.com, wesanenberbang@gmail.com

Bitikîne ji bo daxistinê