• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Jîr Jan Amedî

jir_jan_amedi_resimLêkolîner, nivîskar û helbestkar.

Di 11’ê Pûşpera 1971’ê de li Farqînê, li parêzgeha Amedê ji dayîk bûye. Di sala 1989’an de di rojnameyên bi Tirkî de dest bi nivîsînê kirîye. Ev destpêka jîyana wî ya çapemenîyê ye jî. Wî bo demên dirêj bi Tirkî nivisîye, lêbelê hinek nivîsên wî yên bi Kurdî di rojnameya Welat de hatine weşandin. Beşên Zanistên Civakî (1995) û Civaknasîyê kuta kirîye. Beşa Rêveberîya Gelemperî nîvco hiştîye. Demên dirêj bi bazirganîyê mijûl bûye. Ji sala 2010’an û pê ve dest ji karê bazirganîyê kişandîye. Rêveberê giştî yê weşanê û edîtorê kovara Ronahîyê ye. Pê re jî ji bo vê kovara navhatî nivîsên edebî û felsefî dinivîse. Amedî, li Stenbolê dijî.

Berhemên wî:

Helbest:

Sözün Önü (Pêşîya Peyvê), bi navê Süleyman Ekmiş, Weşanên Gündüz, 2007

Girêk, Weşanxaneya Kitaphane, 2011

Şopa Bêdengiyê, Weşanên Kovara Ronahî, 2014 (çapa duyem, 2015, Weşanên Kovara Ronahî)

Werger:

1929 Serhildana Eşîra Jêlî (Resûl Axa), Zeynelabidîn Zinar, Weşanxaneya Pencînar, 2015, Swêd

Gotar û lêkolîn:

Yek dikare li ser van malperan xwe bigihîne hinek gotar û lêkolînên wî:

www.jirjanamedi.com

www.amidakurd.net

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: jirjanamedi@gmail.com

Malpera webê ya xwemalî: www.jirjanamedi.com