• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Fatih Marufoğlu

imageMamosteyê muzîkê û serkarê orkestrayê.

Di sala 1978’an de li navçeya Erdîşê ya Wanê ji dayîk bû. Di sala 2002’yan de Zankoya Yüzüncü Yılê Beşa Mamosteyîya Muzîkê kuta kir. Di sala 2003’yan de wekî mamosteyê vîyola kemanê û orkestrayê dest bi mamosteyîya muzîkê kir. Ji bo ku di perwerdehîya vîyolayê de were bikaranîn, wî bo vîyolaya solo û du vîyolayan sazkirin û adaptasyon çêkirin. Wî bi orkestrayên odeyê û orkestrayên gelêrî bi dehan konser pêk anîn. Berhemên ji bo repertûara amûrên cîyawaz nivîsandî adapteyî vîyolayê kir û muzîka perwerdehîyê di repertûara vîyolayê de bi kar anî. Ji bo repertûara orkestrayên odeyê û orkestrayên gelêrî hem berhemên muzîka klasîk, hem jî sazkirin û awazên xwe bi kar anî. Di xebatên xwe yên orkestrayê de bi pirranî sazkirin û guncandinên stranên gelêrî, muzîkên popûler û muzîkên filîman bi kar anî. Di gelek konseran de bi taybetî stranên gelêrî yên bi Tirkî û Azerî ji bo solîstan û orkestraya odeyê saz kir û stranên gelêrî li welêt û li derveyê welêt bi rengekî cuda hatin pêşkêşkirin. Di sala 2015’an de, bi armanca ku awazên gelêrî yên Kurdan di repertûara muzîka odeyê û muzîka perwerdehîyê de bêne zarvekirin, pirtûka xwe ya bi navê Stranên Kurdî da weşandin. Di vê pirtûkê de melodîyên Kurdî yên ji bo amûrên curecur sazkirî adapteyî flûtê û amûrên jîdar kir. Di sazkirin û adaptekirina berheman de rêbazên Muzîka Klasîk a Rojava bi kar anî, hewil da ku resenîya melodîyên Kurdî yên gelêrî biparêze û bihêle ku firehzarvekirin li gel asta xwendekaran bigunce û berhem bi hêsanî bêne zarvekirin. Di sala 2007’an de muzîka filîma bi navê Sevgilim Hayat (Jîyan Delala Min) çêkir, a ku bi tevkarîya Komsêrîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hate kişandin. Fatih Marufoğlu yê ku muzîkên resen ên filîma der barê zehmetîyên penaberan de çêkirin, hem di muzîkên sînemayê de, hem jî di muzîkên lîstikên şanoyan de, di gelek xebatan de cî girt. Ji sala 2001’ê û vir ve wî hem di Şanoya Dewletê de, hem jî di şanoyên taybet de bo gelek lîstikan wekî muzîkjen û serkarê muzîkê kar û xebat kirine. Marufoğlu xebatên xwe yên li ser perwerdehîya amûran, koroyê, orkestrayê û muzîkê didomîne.

Berhemên wî:

Muzîk:

Stranên Kurdî, Weşanên Sîtav, 2015

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: fatihmarufoglu@yahoo.com