• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Ciwanmerd Kulek

ciwanmerd_kulek_resimRomannûs, çîroknûs û wergêr.
Di 1984’an de li gundeki bi ser Stewrê, qezayeke Mêrdînê ve, ji dayîk bûye. Malbata wî di 1990’î de hat li Bismilê, qezayeke Amedê, bi cî bû û wî jî pê re li vir dest bi dibistana seretayî kir û heta a navîn li vê derê ma. Piştî ku di 1998’an de azmûna lîseyên mamostetîyê kar kir, çû Erxenîyê, Amedê, û çar salan li vir di dibistaneke leylî de xwend. Di 2002’yan de kete Zankoya Teknîkî ya Rojhilatê Navîn a Enqereyê û li vê derê beşa Zimanê Îngilîzî tevî Dîroka Felsefeyê qedand. Pişt re li dibistanên dewletê karê mamostetîya zimanê Îngilîzî kir li Cizîra Botan û Bismilê. Ciwanmerd Kulek ji çaxa ku di 2004’an de dest bi xwendina Kurdî kir heta îro di warê edebî de gelek kitêb nivîsîne û ji zimanên bîyanî wekî Îngilîzî, Spanyolî û Tirkî berhem wergerandine. Di 2013’an de li Fûara Pirtûkan a Londonê mêvanê Literary Translation Centreê bû û li ser mijara Koçber, Dîaspora û Nivîsa Kêmîneyan axift. Di 2015’an de mehekê li Literarisches Colloquium Berlinê (Berlin) ma, di şeveke xwendinê de, ku parçeyekî bi Almanî ji romana wî Defterên Perrîdankan hat xwendin, gotûbêjek li ser berhemên wî û nivîskarîya wî pê re hat kirin. Di Nîsana 2016’an de ji alîyê jurîya New Voices for Europeê ve wekî yek ji deh nivîskarên dengên nû yên Ewrûpayê hat hilbijartin. Ciwanmerd Kulek ji 2014’an û vir ve li Stembolê dijî.

Berhemên wî:

Roman:
Nameyek Ji Xwedê Re, Weşanên Lîs, 2007 (çapa duyem, Weşanên Avesta, 2015)
Otobês, Weşanên Lîs, 2010 (çapa duyem, Weşanên Avesta, 2015)
Zarokên Ber Çêm, Weşanên Lîs, 2012 (çapa duyem, Weşanên Avesta, 2015)
Defterên Perrîdankan, Weşanên Avesta, 2014

Çîrok:
Çar Yek, Weşanên Avesta, 2015

Helbest:
Strana Şev û Rojekê, Weşanên Avesta, 2016

Werger:
Hetîketî, J. M. Coetzee, roman, Weşanên Lîs, 2010
Li Ber Sikratê, William Faulkner, roman, Weşanên Lîs, 2012
Berriya Şewitî, Juan Rulfo, kurteçîrok, Weşanên Lîs, 2013
Serencama Mirinekê, Gabriel García Márquez, roman, Weşanên Lîs, 2013
Çîrokên Dubliniyan, James Joyce, kurteçîrok, Weşanên Lîs, 2013
Keleha Spî, Orhan Pamuk, roman, Weşanên Lîs, 2014
Li Çiyayên Andê, Mario Vargas Llosa, roman, Weşanên Avesta, 2016

Zanyarîyên ragihanê:
Navnîşana e-posteyê: ciwanmerd_kulek@yahoo.com.tr