• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Civîna Danasînê ya KurdîLit’ê

Civîna Danasînê ya KurdîLit’ê

Civîna Danasînê ya KurdîLit’ê ya ku Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê li gel Weşanên Lîsê û Literature Across Frontiersê bi hevkarî bi rê ve bir di 29’ê Pûşpera 2016’an de roja Çarşemê li Hola Resepsîyonê ya Sumerparkê hate lidarxistin. Di civîna navhatî de, ku wêjekarên û kesên ji civatên wêjeyê yên ji Dîyarbekir û Mêrdînê tê de beşdar bûn, ji alîyê Lal Laleş û ji Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê Mukadder Ezel Yılmazê ve hate behskirin bê ka projeya KurdîLit’ê çawa bi pêş de hat, kîjan kar û xebat bi rê ve birin û pîlanên wê yên bo dahatûyê çi ne. Di pey danasîna projeyê re, Hevserokê Şarevanîya Parêzgeha Dîyarbekirê, Fırat Anlı, û Seroka Komeleya Nivîskarên Kurd, Yıldız Çakarê, boçûn û pêşnîyarên xwe yên peywendîdarî KurdîLit’ê bo beşdaran derbirrîn. Piştî ku beşdaran hizrên xwe derbirrîn û ji Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê Övgü Gökçe jî axift, civîn kuta bû. Di civînê de, raporta encamê hate belavkirin ku li dû çavpêketin û çavdêrîyên li gel wêjekaran ên di henga projeyê de hatibû nivîsîn.