• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Paşa Amedî

pasa_amedi_resimNivîskar, çîroknûs û edîtor.

Di sala 1970’yî de li gundê Qertoyê yê bi ser Çêrmûga Amedê ve ji dayîk bû. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibîstana navîn, pola yekemîn li Dibistana Leylî ya Çêrmûgê, pola duyemîn û sêyemîn li Baxlara Amedê xwend. Li Kolêja Tenduristîyê ya Amedê du salan xwend, piştî ku dibistan hate girtin, neqlî Kolêja Tenduristiyê ya Torbalıyê ya Îzmirê bû. Hezkirin û eleqeya wî li gel wêje, lêkolîn û nivîsînê di vê heyamê de dest pê kir û berhemên wî yên pêşîn di rojnameya dîwarî ya dibistana amadeyî de derketin. Di pola çaremin a dibistana amadeyî de, bi îdiaya dij-laîsîzm û dabeşkerîyê, der barê wî û çar hevalên wî de biryara “avêtina ji dibistanê” tê dayîn, lê bi alîkarîya heval û dostên wî ev biryar tê betalkirin û 15 rojan wî ji dibistanê bi dûr dixin. Piştî ku di sala 1992’yan de dibistanê diqedîne, li Îdirê wekî teknîsyenê tenduristîya jîngehê dest bi karmendîyê dike. Li Îdirê di damezirana şaxa Weqfa Zehrayê de cî digire û bo demekê bi erka serokatîya şaxê radibe. Di 28’ê Sibata 1997’an de timî li jêr çavdêrîyê bû û der barê wî de jêpirsînên cîyawaz vebûn. Paşa Amedî xwebexşê Komeleya Nûbiharê ye, li komeleyê xebatên çandê dike û nivîsên xwe timî bi zimanê zikmakî Kurdî/Kurmancî dinivîse. Paşa Amedî di 1999’an de pêşî bi nîşeyên rojnivîskî dest bi nivîsîna bi Kurdî kirîye, ji 2007’an û pê ve bi awayekî bi rêk û pêk di nivîsînê de berdewam bûye. Di malperên nubiharder û gazetekurdê de edîtorî û nivîskarî kirîye. Nivîskar li ser çîrok û romanê dişuxule, nivîsên wî carinan di kovara Nûbiharê de têne weşandin. Niha di malpera candname.comê de nivîsên çandî dinivîse û edîtorê malperê ye.

Berhemên wî:

Berhevok:

Çûka Keko Peko / Pepûk, Weşanên Nûbiharê, 2012

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: pasaamedi@gmail.com

Malpera webê ya xwemalî: pasaamedi.wordpress.com