Eyüp Güven
Lêkolîner û nivîskar.
Di sala 1963’yan de li Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Eyüp Güven di sala 1979’an de di Zankoya Dîcleyê, Beşa Zimanê Fransizî de dest bi xwendinê kir, di sala 1980’yî de ji ber derbeya leşkerî nekarî zankoyê kuta bike. Di sala 1990’î de bi derfetên xwe dest bi lêkolînerîyê kir. Sala 2008’an, wî berhema xwe ya pêşîn da weşandin. Dem bi dem di sazîyên Kurdan ên çand û hunerê de wekî endam û rêveber xebitî. Niha rêveberê Komeleya Nivîskarên Kurd û nûnerê şaxa wê ya Mêrdînê ye. Güven li Dêrika Çîyayê Mazî dijî.
Berhemên wî:
Roman:
Kulmek Morîkên Şînbirîk, Weşanên Ronahî, 2009
Guhar, Weşanên Ronahî, 2010
Guhar, bi Tirkî, Weşanên Yaba, 2011
Penaberên Jîyaneke Têkoşer, Weşanên Ar, 2015
Dayîka Serwet, Weşanên Ar, 2016
Helbest:
Şiirlerim (Helbestên Min), bi Tirkî, weşana xwe, 2008
Ji Doh û Heya Îro Helbestên Min, weşana xwe, 2008
Lêkolîn:
Derik Tarihi (Dîroka Dêrika Çîyayê Mazî), weşana xwe, 2008
Derik (Dêrika Çîyayê Mazî), weşana xwe, 2008
Xelatên ku wî wergirtine:
Plaketa DKDD’yê (Komeleya Çand û Hevkarîyê ya Dêrikê – Stembol)
Plaketa Şarevanîya Şişliyê ya Stembolê
Zanyarîyên ragihanê:
Navnîşana e-posteyê: eyyupguven47@gmail.com
Malpera webê ya xwemalî: www.eyyupguven.com