Mîran Janbar
Nivîskar, senarîst û produser.
Mîran Janbar di sala 1974’an de li gundê Emrûd ê Qosera Mêrdînê ji dayîk bûye. Li Amedê di sala 1997’an de Zankoya Dîcleyê Peymangeha Fen-Wêjeyê Beşa Matematîkê kuta kir. Di salên zankoyê de kete nava xebatên şanoyê. Helbest û kurteçîrokên wî di dawîya salên 1990’î de di kovarên weke Jiyana Rewşen, Pelîn û Kulîna Kulîlkan de hatin weşandin. Nivîskar bi kurteçîrokên xwe yên honaka zanistî (science fiction) û fantastîk tê naskirin. Piştî salên 2000’î, kurteçîrokên wî di kovara wêjeyê ya bi navê W’yê de derketin. Janbar yek ji avakarên Weşanxaneya Lîsê ye û li Amedê dijî.
Berhemên wî:
Roman:
Ardûda, Weşanên Lîs, 2004
Qolyeya Cécileê, Weşanên Lîs, 2012
Çîrokên zarokan:
Azad, Weşanên Lîs, 2006
Zanyarîyên ragihanê:
Navnîşana e-posteyê: miranjanbar@gmail.com
