• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Mahmûd Barik

mahmut_barik_resimNivîskar û lêkolîner.

Di sala 1961’ê de li Mêrdînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê Golîyê yê bi ser navenda Mêrdînê ve, dibistana amadeyî li navenda Mêrdînê xwend. Gava ku bahoza 12’ê Îlonê rabû, li Mêrdînê karmend bû. Di 18’ê Kewçêra sala derbeyê de hate destgîrkirin, di 18’ê Berfanbarê de kete Zindana Amedê. Di bendîxaneyê de 11 salan maye. Di sala 1991’ê de ji Bendîxaneya Aydınê hate berdan. Barik di lêkolanên xwe yên li ser çanda Kurdî de berdewam e û li Mêrdînê dijî.

Berhemên wî:

Roman:

Kumrular Hiç Uğuldamadılar (Tivîlkan Hîç Nekirin Xumînî), Weşanên M, 2004 (çapa duyem, Weşanên Ava, 2013)

Lêkolîn:

Ax Pişta Min, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003 (çapa duyem, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015)

Hilberî û Dawet, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003 (çapa duyem, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015)

Lîstikên Zarokan, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003 (çapa duyem, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015)

Ferhenga Bi Wêneyan, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015

Çîrçîrok:

Hemed Dêman, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015

Hebhinarkê, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015

Zanyar, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015

Mîr Mihemed, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015

Şêrî Şepal, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015

Kalê Nejder, Weşanên Şarevanîya Parêzgeha Mêrdînê, 2015

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: mahmutbarik@hotmail.com