• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Feysel Özdemir

feysel_ozdemir_resimNivîskar, helbestkar û berhevkar.

Di sala 1967’an de li gundê Sîya yê bi ser Misirca Sêrtê ve ji dayîk bûye. Di sala 1978’an de dibistana seretayî qedand, di heman demê de bavê wî dersên ilmê dînî yên bi Erebî dan wî, jê û bi şûn de wî li medreseyan xwend. Biçûkahîya wî bi xwendina qesîde û helbestên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Cegerxwîn derbas bû. Di sala 1985’an de wî medrese kuta kir û îcazet wergirt. Di sala 1986’an de li gundê Uşîyê yê bi ser Misircê ve bû mela, li wir salekê melatî kir û dersên feqîyan da. Piştî hingê dev ji melatîyê berda û bû karker. Di sala 1992’yan de, ji ber welatparêzîya xwe, bi îdiaya endamtîya rêxistinê kete zindanê. Piştî neh sal û çar mehan ji zindanê derket.

Feysel Özdemir xebatên xwe yên wêjeyî û nivîskarîyê di zindanê de bi pêş xistine. Wî gelek berhemên bi Kurdî nivîsîn û wekî destnivîs şandin derve, lê dewletê ew desteser kirin, hinek jê xelas bûn û piştî ku hate berdan, ji nû ve dest pê kir li ser berhemên xwe xebitî. Bi malbata xwe ve li Êlihê dimîne, ji bo geşedana ziman û wêjeya Kurdî di nava xebatan de ye. Özdemir niha rêveberê Komeleya Nivîskarên Kurd û nûnerê komeleyê yê şaxa Êlihê ye.

Berhemên wî:

Zargotin:

Rûpelên Binaxkirî, Weşanên J&J, 2013

Roman:

Evîna Rojdayê, Weşanên J&J, 2014

Kurteçîrok:

Dadgeha Evînê, Weşanên J&J, 2016

Helbest:

Şaneşîna Dil, Weşanên J&J, 2016

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: dicle_firat72@hotmail.com