M. Çiya Mazî
Ç
îroknûs, helbestkar û lêkolîner.
Di sala 1960’î de li gundê Kufragê yê bi ser Şemrexa Mêrdînê ve ji dayîk bûye. Wî dibistana seretayî li gund, dibistana navîn li Şemrexê û dibistana amadeyi li Mêrdînê kuta kirîye. Ji sala 1993’yan û vir ve bi Kurdî dinivîse. Heta niha gelek helbest, kurteçîrok, gotar/cerebeyên wî (bi qasî 80 hebî) di rojnameya Azadiya Welat, Özgür Politika, kovara Jiyana Rewşen û gelek kovar û rojnameyên bi Kurdî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, di malperên wek Diyarname, Rewanbêj, Xendan û Pukmediayê de hatine weşandin. Hinek kurteçîrokên wî ji bo antolojiyan li Tirkî û Erebî hatine wergerandin.
M. Çiya Mazî demekê (1996-2000) di kargerîya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cî girtîye. Mazî 25 salan di Şarevanîya Şemrexê û Îdareya Herêmî ya Şirnex-Hezexê û Mêrdînê de wekî karmend û berpirsyar xebitîye, niha xanenişîn e. Navê Mazî yê nasnameyê Musa Demirel e, niha navê xwe wekî M. Çiya Mazî dinivîse, zewicî ye û du keç, sê kur, pênc zarokên wî hene. Niha li Stembolê dijî, xwedî û edîtorê Weşanxaneya Berbangê ye. Her wiha endamê PEN’a Kurd, Komeleya Nivîskarên Kurd û Komeleya Mafên Mirovan e.
Berhemên wî:
Kurteçîrok:
Mistek Jiyan, Weşanên Sî, 2003
Mijarên Mîqro, Weşanên Do, 2009
Bahol, Weşanên Evrensel, 2011
Peyarêk, Weşanxaneya Berbang, 2013
Helbest:
Palûte, Weşanên Do, 2008
Werger:
Ahûzîn, Müslüm Yücel, helbest, Weşanên Do, 2008
Lêkolîn / Gotar:
Ferhenga Gotinên Pêşiyan, Weşanên Elma, 2005
Ferhenga Gotinên Pêşiyan, bi tîpên Erebî, Weşanxaneya Spîrêz, 2006, Duhok
Baxek Ji Folklora Kurdî – Ji Derdora Mêrdîn, Weşanxaneya Berbang, 2014
Ez Çûm Ku Neçûm Ku, Weşanxaneya Berbang, 2015
Xelatên ku wî wergirtine:
Xelata yekemînîyê ya Pêşbazîya Çîrokan a TUHAYDER’ê, 1997
Xelata teşwîqê ya Pêşbazîya Çîrokan a Navenda Çanda Mezopotamyayê bi çîroka Agir Jî Dîl Bû, 1997
Xelata yekemînîyê ya Pêşbazîya Çîrokan a Navenda Çanda Mezopotamyayê bi çîroka Mistek Jiyan Dixwazim, 1999
Zanyarîyên ragihanê:
Navnîşana e-posteyê: cmazi@hotmail.com, musadem47@gmail.com
