Elîxan Loran
Nivîskar û wergêr.
Di sala 1984’an de li Dêrika Çîyayê Mazî ya bi ser Mêrdînê ve navika wî hatîye birrîn. Di navbera salên 2009-2012’an de li Enstîtuya Kurdî ya Amedê edîtorîya kovara çand, huner û wêjeyê ya bi navê W’yê kir. Di maweya van salan de li ser qadên wekî çand, huner û wêjeyê gotûbêjên cihê çêkir û dosyeyên der barê wêjeya Kurdî de amade kir. Di navbera salên 2012-2014’an de li Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn di warê sînemayê de xebitî. Di sît-coma bi navê Ax û Jîyan û rêzefîlma bi navê Refê de senarîstî kir.
Berhemên wî:
Helbest:
Defter, Weşanên Lîs, 2012
Werger:
Dîroka Hunera Wêneyê, Weşanên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilatê Navîn, 2015
Zanyarîyên ragihanê:
Navnîşana e-posteyê: elixanloran@hotmail.com
Malpera webê ya xwemalî: http://elixanloran.blogspot.com
