• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Rewşen

rewsen_dergisiKovara Rewşen ji Gulana sala 2010’an û vir ve weşana xwe didomîne. Ji sê mehan carekê derdikeve. Rewşen bi tevayî kovareke bi Kurdî ye. Li Amedê tê amadekirin û weşandin. Li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê tê belavkirin. Heta niha 15 hejmarên wê hatine weşandin. Ew weşana Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Feratê ye. Ew mîratgira kovarên Rewşen, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê ye û li ser şopa wan dimeşe. Rewşen kovareke teorîk a çandî, hunerî, wêjeyî û ramanî ye. Bi taybetî hewil dide ku ji vî alîyî ve çand û hunera Kurdî helsengîne û ji bo dahatûyê rê ronî bike.

Armanc û mîsyona kovara Rewşenê ji destpêkê ve parastin û bipêşvebirina çand, huner, ziman û wêjeya Kurdî ye û di hemû kar û xebatên xwe de jî li gorî vê armancê tev digere. Rewşenê di hejmara xwe ya 12’emîn de armanc û mebestên xwe wekî manîfestoyekê dîyar kirine. Di wir de hatiye gotin, “Ji bo me nirxa herî pîroz mirovê azad û civaka azad e. Li dijî pergala desthilatparêz a 5000 hezar salan, em pergaleke demokratîk û xwezaparêz dixwazin. Li dijî zayendparêzîyê, em azadîya zayendan diparêzin. Li dijî her cureyê kedxwarîyê, em di her şert û mercî de li gel kedê ne. Li dijî hişmendîya netewedewletê ya ku sedema komkujî û çandkujîyê ye, em hişmendîya neteweya demokratîk dipejirînin. Pergala heyî, wekî her qadê, di qada zanîn û xwederbirrînê de jî yekdestîyek ava kirîye, bi bawerîya me, zanîn encama ezmûnên civakê yên hevpar e. Ji ber vê yekê jî, divê zanîn a civakê be û nebe mijara desthilatdarîyê.”

Di çarçoveya armanc û mebestên li jorê dîyar kirî de, heta niha Rewşenê weşana xwe domandîye û di her hejmareke xwe de, wekî dosye nebe jî, giranî daye ser hinek mijaran. Bi taybetî jî, li ser çandkujî û encamên wê sekinîye. Mijareke kovarê ya din jî modernîte ye ku di gelek hejmaran de nivîskarên kovarê bi taybetî li ser sekinîne; bi taybetî jî bandora modernîteya kapîtalîst a li ser çand û hunera Kurdan. Kovarê di hejmara xwe ya dawîn (15) de jî giranî daye ser mijara rexne û hunerê û ji gelek alîyan ve nirxandîye. Rewşen, li gorî van pîvanan, niha jî bi heman rengî weşana xwe didomîne.

Edîtor: Serwet Denîz

Zanyarîyên peywendîyê:

Navnîşan: Tarihi Mehmetoğlu İş Hanı Arcak Sokak No: 10/A Sin Camii Arkası Balıkçılarbaşı Sur Diyarbakır

Têl: 0 412 299 09 26 

Faqs: 0 412 299 40 11 

Navnîşana e-posteyê: nurewsenkovar@gmail.com   

Malper: www.kovararewsen.com