• Kurdî
  • Türkçe
  • English

W

w_dergisiKovara W kovareke çandî, hunerî û wêjeyî ya dumehane ya xwerû bi Kurdî ye û ji 2004’an û vir ve weşana xwe didomîne. W’ya ku di destpêkê de ji alîyê komek nivîskar ve hatîye amadekirin û weşandin, ji 2006’an û vir ve ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve tê weşandin. Carinan navbirrî ketibê jî, heta niha 52 hejmarên wê hatine weşandin û ji hejmara 52’yan û bi şûn de dê Komeleya Nivîskarên Kurd jî ji bo weşan û belavkarîyê piştgirîyê bidê.

Armanc û mebesta W’yê parastin, bipêşvebirin û geşkirina çand, huner û bi taybetî jî wêjeya Kurdî ye. W’yê ji destpêkê ve hewil daye ku di qada wêjeya Kurdî de bibe xwedî gotin û rê dîyar bike, li gel vê yekê jî ji bo nivîskarên Kurd bibe qada xwegotinê û derî li nivîskarên nû veke.

Ziman û wêjeya Kurdî hatibû qedexekirin û xebatên ku dihatine kirin jî li derveyê Kurdistanê bûn. Yek ji armancên W’yê jî guhertina vê rewşê bû. Ji bo ku ziman û wêjeya Kurdî bi pêş ve biçûya, diviyabû ku ev xebat li ser axa welêt bihata kirin. Ji lew re, W li Amedê tê amadekirin û li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê tê belavkirin. Îro gava ku mirov li rewşê dinihêre, tê dîtin ku li gelek bajarên Kurdan gelek kovarên çandî û wêjeyî têne weşandin û ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje ku di vê xalê de W gihiştîye armanca xwe.

Di 52 hejmarên derçûyî de gelek mijarên têkildarî çand, huner û wêjeya Kurdî wekî dosye hatine amadekirin û weşandin. Yên ku herî zêde bala xwendekaran kişandine jî hejmarên bi dosyeyên bi sernavên Melayê Cizîrî, Mehmed Uzun, Nûredîn Zaza, Erebê Şemo, Medreseyên Kurdî, Ehmedê Xanî, Arjen Arî, Feqîyê Teyran, Cegerxwîn, Mihemed Şêxo, Romana Kurdî, Beşek Ji Me Êzdî û Êzdayetî, Newroz, Şanoya Kurdî, Sînemaya Kurdî, Girtîgeh û Wêje, Cizîr, Farqîn, Di Wêjeya Devkî De Raz û Sembol û Dengbêjî bûne. Mirov dikare bibêje ku W’yê rê xweş kir wekî li ser babetên di her dosyeyekê de hatî helsengandin hizrên hêja nasîya xwe bidine hev û her yek ji wan hewildaneke xurt e ji bo ku nîqaşên li ser van qadan geş bibin. Niha jî di gelek perwerdehî û kargehên bi taybetî têkildarî wêjeya Kurdî de zanyarîyên di van dosyeyan de têne bikaranîn.

Edîtor: Omer Fîdan

Zanyarîyên peywendîyê: 

Navnîşan: Yenişehir Mah. Lise Cad. H. Yılmaz 2007 Buro, Kapı No:12, Daire No:16, Yenişehir/Diyarbakır 

Navnîşana e-posteyê: kovarawe@hotmail.com, kovaraw@yahoo.com