• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Wêje û Rexne

weje_u_rexneKovara Wêje û Rexne ji serê sala 2014’an û vir ve weşana xwe dike. Heta niha şeş (6) hejmar çap bûye. Kovar çarmehane ye û heta niha bi sê zaravayên Kurdî (bi Kurmancî, Zazakî û Soranî) weşana xwe kirîye. Heta niha ti gotarên bi zaravaya Goranî bo kovarê nehatine şandin. Kovar li Amedê tê amadekirin û çapkirin û ji wir li Bakurê Kurdistanê belav dibe. Li gorî daxwazê, tîpa xebatê kovarê dişîne bajarên Tirkiyeyê, Ewrûpayê û bajarên li parçeyên din ên Kurdistanê. Wêje û Rexne bi her awayê xwe ve azad e, ne girê dayî ti sazî, partî, enstîtu û zankoyan e. Xebateke kolektîf e. Her endamekî/e wê xwedî heman berpirsyarîyê ye.

Kovar cî nade helbest, parçeroman, kurteçîrok, şano û deqên bi wî rengî. Bi tenê gotarên der barê teorî, rexne û lêkolînên wêjeyê de çap dike. Di gotaran de zanistîbûn û nûbûn xalên serekî ne. Lijneya weşanê gotaran bi cidîyet dixwîne û bi hevkarîya li gel nivîskarî/ê veguherînan di gotarê de çêdike û bi halê herî baş gotarê diweşîne. Her çi qasî sînorkirinek tinebe jî der barê cureyê û dîroka wêjeyê de jî, lê bi giştî meyla kovarê li ser wêjeya nûjen e.

Sedema weşandina kovarê kêmasîya rexneyê di wêjeya Kurdî de bû. Ji bo ku rexneyeke cidî di wêje û zimanê Kurdî de zîl bide, zanist û zanîn kêm bû. Gelek têgeh û standardî kêm bûn. Metnên serekî yên rexnegirîyê di Kurdî de tinebûn, werger nîn bû. Her wiha, kêmbûna famkirina bindestî û parçebûna Kurdan û Kurdistanê jî ta radeyekê ji ber kêmasîya hişmendîyeke ji alîyê zimên ve ne kamil bû û çareserîya rizgarbûnê ji vê nexweşîya bindestîyê jî avakirina zimanekî zanistî bû. Ji ber van kêmasîyan, kovar hewil dide teorî û zanista wêjeyê bi Kurdî ava bike da ku hişmendîyeke ji bindestîyê rizgar bûyî bê avakirin di nava civaka Kurd de.

Ji ber van sedeman, ji sêrî heta vê gavê kovarê bi bername hem mijarên serekî weke dosye amade kirin, hem jî gotarên serekî ji zimanên bîyanî wergerandine Kurdî. Ji hejmara pêşîn û vir ve kovar li ser van dosyeyan xebitî: Di Wêjeyê De Bêcihûwarî (hejmara 1.), Di Wêjeyê De Mirov û Diyardeyên Mirovî (hejmara 2.), Wêje û Sînor (hejmara 3.), Wêje û Trawma I (hejmara 4.), Wêje û Trawma II (hejmara 5.) û Wêje û Sirgûn (hejmara 6.). Hejmara heftan a ku niha bo weşanê tê amadekirin jî li ser “îmaj û temsîla salên 90’î di wêjeya Kurdî de” ye.

Xwedî: İnan Yoldaş

Edîtor: Dawid Yeşîlmen

Lijneya weşanê: Adnan Çelik, Emin Aslan, Güneş Kan, Ömer Delikaya, Semra Güçlü, Serdar Ay, Sinan Gültekin, Tahir Taninha, Zeki Gürür

Zanyarîyên peywendîyê: 

Navnîşan: Selahaddini Eyyübi Mah. Turgut Özal Blv. Batıkent Sit. A-5 Blok No:26 Bağlar/Diyarbakır

Navnîşana e-posteyê: wejeurexne@gmail.com  

Malper: www.wejeurexne.com

Facebook: https://www.facebook.com/wejerexne

Twitter: https://twitter.com/wejeurexne

Têlefon:

+90 (530) 347 86 62 (ji bo naverokê)
+90 (530) 347 26 48 (ji bo aborî û abonetîyê)