Weşanxaneya Sîtav
Weşanxaneya Sîtav di sala 2013’an de li Wanê hate damezirandin. Weşanxane weşanên perwerdehî û zanistê ji xwe re esas digire. Her kar û xebata xwe li ser zanist û perwerdehîyê heldisengîne û zanist û perwerdehîyê ji xwe re wekî rêgez dibîne.
Dîsa, yek ji xalên serekî yên ku weşanxane ji xwe re wekî armanc dibîne bilindkirin û parastina çand, ziman, huner û wêjeya Kurdî ye. Weşanxane hêvî dike ku wekî gelek weşanxaneyên din ên Kurdan di parastina ziman, çand, huner û wêjeya Kurdî de bibe xelekeke nû.
Weşanxaneya Sîtav bi du zimanan, bi Kurdî û Tirkî weşanê dike. Lêbelê, her çi qasî bi du zimanan be jî, zimanê serekî yê weşanxaneyê zimanê Kurdî ye.
Weşandina pirtûkên zarokan û pirtûkên zanistî armanca serekî ya weşanxaneyê ye. Her wiha, weşandina pirtûkên wêjeyî, çandî, hunerî û hwd. jî di nava kar û xebatên weşanê yên Sîtavê de ye. Dîsa, berhevkarî û çapkirina zargotina Kurdî yek ji xalên serekî yên weşanên Weşanxaneya Sîtavê ye.
Weşanxaneya Sîtav girîngîyeke zêde dide gihandina zarok û ciwanan. Ji ber vê yekê jî, pirtûkên zarok û ciwanan di binê çavdêrîya pedagog û psîkologên warê peywendîdar de amade dike. Pirtûka ku ji alîyê pedagog û psîkologên pispor ve neyê erêkirin, ji alîyê weşanxaneyê ve nayê çapkirin. An ku pirtûkên zarok û ciwanan li gorî cîhana zarok û ciwanan têne amadekirin û wan teşwîqî perwerdehîyê dikin.
Weşanxaneya Sîtavê ya ku li Wanê bi kar û xebatên xwe yên weşangerîyê berdewam e, wekî telîf û werger, helbest, kurteçîrok, roman, zargotin, pirtûkên zarokan û ciwanan, ji hinga ku hatîye damezirandin heta bi niha, 58 berhem weşandine.
Zanyarîyên ragihanê:
Navnîşan: Şerefiye Mah. İrfan Baştuğ Cad. Zerya İş Merkezi Kat:2 No:8 Van
Têlefon: 0432 216 21 20
0536 646 13 19 – 0530 460 77 32
Navnîşana e-posteyê: wesanensitav@hotmail.com