• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Îrfan Amîda

irfan_amida_resimHelbestkar, nivîskar û wergêr.

Di sala 1968’an de li gundê Qesrê yê bi ser Mêrdînê ve ji dayîk bûye. Îrfan Amîda Beşa Dîrokê ya Zankoya Dîcleyê kuta kir. Di sala 2014’an de di Zankoya Artukluyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî de master kuta kir. Di navbera salên 1991-1992’an de di NÇM’yê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) de li çand û folklora Kurdî xebitî. Nivîs û helbestên xwe yên pêşîn di vê demê de, di kovara Rewşenê de weşand. Helbestên xwe yên ku bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatine nivîsîn di pirtûkên xwe yên bi navên Dîmenên Derizî, Nameyên Nabersivin, Şopa Neşûştî û Zaremyayê de berhev kir. Ji bilî helbestan, bi navê Pêşangeha Sûretan romaneke wî hatîye weşandin. Ji bilî helbest û romanê, di gelek malperan de û di rojnameyên Azadiya Welat, Evrensel û Özgür Gündemê de nivîsîye. Îrfan Amîda di pirraniya helbestên xwe de bal kişandîye ser realîteya welatê xwe û ji hêla sosyolojîk û sîyasî ve welatê xwe vekolaye. Di vê peywendîyê de gelek caran nimûneyên dîrokî û folklorîk di helbestên wî de têne dîtin. Lê bi pirranî ji alîyê teşe û formê ve derdikevin pêş. Gelek caran paradoks û antagonîzma di navbera takekes û civakê de jî xwe dide der di helbestên Îrfan Amîda de. Romana Amîda jî di heman peywendê de dibe ku bête nirxandin. Îrfan Amîda ji 1994’an û vir ve li Mêrdînê dijî. Di nava têkoşana kedkaran de wekî kedkarekî cîyê xwe girtîye û serdemekê li Mêrdînê serokatîya Şaxa Mêrdînê ya Eğitim-Senê kirîye.

Berhemên wî:

Roman:

Pêşangeha Sûretan, Weşanên Lîs, 2011

Helbest:

Dîmenên Derizî, Weşanên Sî, 2002

Nameyên Nabersivin, Weşanên Aram, 2003

Şopa Neşûştî, Weşanên Lîs, 2005

Zaremya, Weşanên Lîs, 2009

Werger:

Balgîfa Mar / Yılan Yastığı, Murathan Mungan, helbestên bijartî, li gel Lal Laleş, Weşanên Lîs, 2007

Lêkolîn:

Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê, Weşanên Lîs, 2016

Gotar:

Modern Kürt Şiiri, di pirtûka Vecdi Erbay a bi navê İnatçı Bir Bahar (Bihareke Rikdar) de, Weşanên Ayrıntı, 2012

Helbesta Cegerxwîn, Jînenîgarî, Têkoşîn û Berhemdariya Cegerxwîn, Davut Özalp, Weşanên M, 2003

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: imemzal@hotmail.com