• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Weşanxaneya Aram

ARAM_resimDi sala 1998’an de li Stembolê hate damezirandin. Weşanxaneya Aramê ya ku bi du zimanan, bi Kurdî û Tirkî dest bi weşanê kir heta niha devîdevî 400 pirtûk weşandine. Salên pêşîn ên weşanê, wê kovara dîrok û wêjeyê ya bi navê Vesta weşand. Aramê ji nivîskarên her wekî Noam Chomsky, Immanuel Wallerstein, Michel Albert, Moliere, ku di serdema xwe de çawa hatin xwendin û îro jî bi eleqeyeke zêde têne xwendin, gelek pirtûk bo Tirkî û Kurdî dane wergerandin û weşandin. Di demên dameziranê de, ji neamadebûnê û kêmasîyên tora çap, belavkarî û pirtûkfiroşîyê, qedexeyên li ser weşanên muxalif û cezayên hepsê, Aramê navbirrîyeke kurt da qonaxa weşangerîyê. Lê îro Aram xwedîya arşîveke dewlemend e ku di nava xwe de pirtûkên lêkolîn, dîrok, wêje, helbest, bîrhatî, roman û şanoyê dihewîne. Serekîtirîn damezirînerên Weşanxaneya Aramê yên ku taybetî jî bi pirtûkên xwe yên li ser bîrhatîyan, dîrokê û lêkolînan eleqeyeke mezin dîtine yên li bendîxaneyan in.

Weşanxaneya Aramê sê şaxên xwe yên pirtûkxaneyî li Wan, Amed û Stembolê hene. Aram bi hewildana bo nûnerîya bîra civakî, polîtîk, kolektîf û rewşenbîrî, bi şîara “Aram ronahî ye!”, li cîhana weşangerîyê bi weşangerîya xwe berdewam e.

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşan: Huzurevleri Mah. Dr. Sıtkı Göral Cad. Kalem Sok. No:32/3 Kayapınar/Diyarbakır

Têlefon: 0 412 238 30 71

Navnîşana e-posteyê: aramyayin@yahoo.com

Malpera webê: www.aramyayinevi.com