• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Îsmaîl Dîndar

ismail_dindar_resimÇîroknûs, wergêr û redaktor.

Di sala 1965’an de li gundê Qertmînê yê Midyada Mêrdînê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Di navbera salên 1975 û 1981’ê de li Erxenê Dibistana Amadeyî ya Mamosteyan a Dîcleyê leylî xwend. Di navbera salên 1981 û 1983’yan de li bajarê Çanakkaleyê Dibistana Bilind a Mamosteyîyê kuta kir. Di Reşemîya 1984’an de li gundê Saygılı-Bükê yê bajarê Mereşê dest bi mamosteyîya dibistana seretayî kir. Niha li Amedê mamosteyîyê dike. Bavê du kuran û keçekê ye. Ji sala 2001’ê ve bi nivîsîna bi Kurdî re têkildar e. Nivîs û kurteçîrokên wî di rojnameyên Azadiya Welat, Gündem, Açılım, Radikal 2, Günlük, Evrenselê û kovarên W, Çîrûsk, Nûbihar, Emekçiler, Özgür Kadının Sesi, Öykünün Dünyası û Tîrojê de hatin weşandin. Li Eğitim-Sen û Kurdî-Der’ê dersên Kurmancî da. Beşdarî gelek panel û konferansên der barê perwerdehî, ziman û wêjeyê de bû.

Berhemên wî:

Kurteçîrok:

Hemû Demsal Payîz in, Weşanên Belkî, 2007

Kewên Birçî, Weşanên Avesta, 2010

Palûte, kurteçîrokên bo zarokan, Weşanên Evrensel, 2011

Marî, Weşanên Avesta, 2012

Hêviyên Qeto Qeto, Weşanên Evrensel, 2016

Roman:

Siwarên Ewran, romana bo zarokan, Weşanên Evrensel, 2014

Werger:

Pembûyê Reş, Muzaffer İzgü, romana bo zarokan, Weşanên Evrensel, 2011

Masiyê Reş ê Biçûk, Samed Behrengî, romana bo zarokan, Weşanên Evrensel, 2011

Dewlet, Vladimîr Îlyîç Lenîn, Weşanên Evrensel, 2012

Nîşe: Şeş kurteçîrokên wî yên ku di berhemên cuda de hatine weşandin ên bi temaya komelkujîya sala 1915’an, di çarçoveya projeyeke hevbeş a Weşanên Evrenselê û Konfederasyona Komeleyên Suryanî yên Swêdê bi navê SEYFO de, bi çar zimanan, bi Kurdî/Kurmancî, Tirkî, Îngilîzî û Suryanî, di sala 2016’an de ji alîyê Weşanên Evrenselê ve hatin çapkirin.

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: behlulzelal@gmail.com