• Kurdî
  • Türkçe
  • English

KurdîLit Çi ye?

KurdîLit malperek e ku zanyarîyên sereke yên peywendîdarî ekterên (nivîskar, wergêr, weşanger û weşanên wêjeyê yên mawedar) ên di warê wêje û weşangerîya bi Kurdî de li Tirkîyeyê çalak li hev dicivîne û arşîvkirina wan li hawirê online vedihewîne. Xebata ku dabîn dike her kesek bikaribe bi sê zimanan xwe bigihîne van zanyarîyên sereke, ji xwe re kirîye armanc tevkarîyê li ragihaneke geş û gurrtir bike, ya ku reng e bere bere were çêkirin di navbera berhemhênerên wêjeya bi Kurdî yên li Tirkîyeyê û ekterên wêjeyê yên çalak li qada navneteweyî de. KurdîLit li dû hevkarîya Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê, Weşanên Lîs û Literature Across Frontiersê ya li ser bingeha gengeşeyên di warê wêjeya bi Kurdî de hate sêwirandin. Xebata ku pêşî dest pê kir zanyarîyên rojaneyî yên peywendîdarî wêjeya bi Kurdî tomar bike, ya ku ji layê gengeşeyên li ser mafên keltorî û azadîya derbirranê ve jî li Tirkîyeyê derawayeke xwe ya cîyê metirsîyê heye, ji xwe re kirîye armanc ku xuyanîtîya wêjeya rojaneyî ya ku bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî tê çêkirin li Tirkîyeyê, li herêmê û li qada navneteweyî dabîn bike û piştevanîyê bike bo peywendîya wêjeya bi Kurdî ya rojaneyî ya li gel ziman û wêjeyên Ewrûpayê.

Dûmahîk

anasayfa-reklam
home-icons-etkinlik

Bangewazî

Dûmahîk

home-icons-faydalilinkler

Lînkên Sûdewar

Dûmahîk

home-iconskaynakca

Jêderk

Dûmahîk

home-icons-iletisim

Blog

Dûmahîk