• Kurdî
  • Türkçe
  • English

Şehmuz Kurt

Helbestkar, wergêr, lêkolîner û edîtor.

Şehmuz Kurt di sala 1987’an de li Colemêrgê ji dayîk bûye. Di sala 1993’yan de, piştî ku gundê wan hate sotin, di gel malbata xwe koçî Wanê kir. Dibistanên seretayî, navîn û amadeyî li Wanê xwend. Li Zankoya Stembolê Beşa Perwerdehîya Zimanê Îngilîzî kuta kir. Di navbera salên 2010-2013’an de li Wanê di dibistanên curecur de mamosteyîya zimanê Îngilîzî kir. Ji payîza sala 2013’an û vir ve li Zankoya Artukluyê ya Mêrdînê, di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de wekî lêkolîner dixebite û li Zankoya Çewlikê, di Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de doktorayê dike. Di kovara Wêje û Rexneyê de wekî endamê lijneya weşanê û endamê lijneya wergerê xebitî. Niha di kovarên Nûbihar Akademî û The Journal of Mezopotamian Studiesê de wekî cîgirê edîtor dixebite. Helbestên wî yên bi zimanê Tirkî di kovara Tasfiyeyê, yên bi Kurmancî jî di kovara Pêngavê de hatine weşandin. Niha amadakerîya dîwanekê dike ku ji helbestên bi Kurmancî pêk tê. Wî ji zimanê Îngilîzî çend gotar wergerandine û ew wergerên wî di kovara Wêje û Rexneyê de hatine weşandin. Ji bilî wergera wan gotaran, teza Ronayî Onenê ya bi navê The Role of Language in The Discursive Construction of the Kurdish Nation: A Case Study on the Kurdish Periodical Hawar (1932-1943) ji bo Weşanxaneya Peywendê wergerandîye Kurmancî. Şehmuz Kurt li Mêrdînê dijî.

Xebatên wî:

Werger:

Otobîyografî, Serborî û Romana Kurdî: Erebê Şemo û Peyrewên Wî, Christine Allison, kovara Wêje û Rexne, h: 2, 2014

Dengbêj Di Sînoran De: Sînor û Dewlet Bi Nêrîna Kilambêjên Kurd, Wendelmoet Hamelink û Hanifi Barış, kovara Wêje û Rexne, h: 3, 2014

Belgefîlmên Li Ser Komkujiya Dêrsîmê: “Dersim 38” û “Dersim’in Kayıp Kızları”, İlknur Bilir, kovara Wêje û Rexne, h: 4, 2015

Kevneşopî û Şiyana Kesayetî, T. S. Eliot, kovara Wêje û Rexne, h: 5, 2015

Kovara Hawarê û Rolê Ziman Di Avakirina Vegotinî ya Neteweyê Kurdî De, Weşanên Peywend, 2016 (li ber çapê ye)

Zanyarîyên ragihanê:

Navnîşana e-posteyê: sehmuzkurt@gmail.com