Hogir Berbir
Berhevkar, nivîskar û wergêr.
Navê esil ê Hogir Berbir Hamdullah Daşçi ye. Li gorî nasnameyê, di 8’ê Kewçêra 1976’an de li gundê Pîrana (Pîrxetap) ser bi Şemrexa navçeya Mêrdînê dixuye, lê li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayîk bûye. Wî dibistana seretayî kuta kirîye û ya navîn jî salekê xwendîye. Di 1’ê Rêbendana 1995’an de ji ber ramanên xwe yên sîyasî û bi îdiaya endamtîya PKK’yê hate girtin, devîdevî deh salan di bendîxaneyan de ma û di 15’ê Gulana 2004’an de jî hate berdan. Nivîsîna wî bi zimanê zikmakî li bendîxaneyan dest pê kir û kurteçîrok, helbest û gotaran dinivîse û berhevkarîyê dike. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin û çend berhemên wî hatine çapkirin. Demekê di Desteya Rêveberîyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Desteya Rêveberîyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girt û niha wekî wergêr û xebatkarê zimanê Kurdî li şaredarîyê dixebite. Berbir zewicî ye, bavê du zarokan e û li Amedê dijî.
Berhemên wî:
Kurteçîrok:
Xezeba Agirê Har, Weşanên Tevn, 2008
Roman:
Siya Şikestûnê Tûrcel, Weşanên Aram, 2011
Helbest:
Zîndaname, Weşanên J&J, 2014
Destan û çîrokên gelêrî yên berhevkarîyê:
Ji Dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2007
Dursel û Marê Reş, Weşanên Ava, 2009
Destanên Kurdî, Weşanên Şarevanîya Peyasê, 2013
Melekê Tawûz û Yezîda, Weşanên Sîtav, 2013
Çîrokên gelêrî yên zarokan:
Seteke pirtûkên zarokan a ku ji 8 pirtûkan pêk tê, Weşanên Şarevanîya Baxleran, 2009 (çapa duyem, Weşanên Şarevanîya Peyasê, 2013)
Seteke pirtûkên zarokan a ku ji 2 pirtûkan pêk tê, Weşanên Aram, 2012 (çapa duyem, Weşanên Şarevanîya Peyasê, 2012)
Xelatên ku wî wergirtine:
Xelata Mansîyonê ya Pêşbazîya Eğitim-Senê ya Şaxa Amedê
Plaketek ji alîyê Êkîtîya Nivîserên Kurd a Duhokê ve di Rojên Edebîyata Kurdî ya Bakur û Rojava de
Zanyarîyên ragihanê:
Navnîşana e-posteyê: rojisor@hotmail.com